​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser îro 11 kamyonên alîkariyên mirovî yên ku xekê herêma Cizîrê ji bo mexdûrên erdhejê kom kirine, di deriyê Tayihe re şandin Helebê û gundewarên wê yên ku ji ber erdhejê zirar dîtine.

​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin
​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin
​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin
​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin
​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin
​​​​​​​11 kamyonên din ên alîkariyan ji bo herêmên erdhejan hatin şandin
23 sibat, 2023   13:18
MINBIC

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm ku ji deriyê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de ye, ji ajansa me re axivî. Meryem anî ziman ku ji destpêka erdhejê de Rêveberiya Xweser û xelkê herêmê dest bi komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê kir.

Meryem ji tevahî aliyan hêvî kir ku ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê herêmên erdhejan re, bi Rêveberiya Xweser re bibin alîkar. Her wiha bal kişand ser dorpêça girankirî ya hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê.

Meryem bang li aliyên têkildar ên li herêmên din kir ku mijarên siyasî û leşkerkî deynin aliyekî û ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re, bi Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.

(cx)

ANHA