Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Beşar re xwest

Şêniyên kantona Kobanê sersaxî da malbata endamê TEV-DEMʹê yê Mehmûd Beşar  yê ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Beşar re xwest
14 sibat, 2023   12:50
KOBANÊ

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mehmûd Beşar roja yekşema borî, di bombebarana balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li gundewarê Kobanê şehîd bûbû.

Şêniyên kantona Kobanê li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn û berî dan gundê Henkeş ê rojavayê bajarê Kobanê ku konê sersaxiyê hatiye vedan.

Di bin kon de merasîmek hat li darxistin. Di merasîmê de Hevseroka Meclisa PYDʹê ya Herêma Firatê Nesra Derwîş axivî got: "Şehîd Mehmûd ji malbateke welatparêz e. Birayê wî Êriş Kobanê di berxwedana Kobanê ya  sala 2014ʹan a li dijî çeteyên DAIŞʹê de şehîd bû. Serê me bi vê malbata welatparêz bilind e."

Nesra Derwîş  anî ziman, di demekê de ku her kes bi alîkardayîna mexdûrên erdhejê ve mijul e dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bê mirovî êrişî welatiyan dike.

Nesra Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Em soz didin şehîd Mehmûd û hemû şehîdên azadiyê ku em ê tola wan hilînin û rê nedin dewleta Tirk ku xaka Sûriyeyê dagir bike."

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA