Li Bakûr bîlançoya destpêkê ya Erdhejê

​​​​​​​Bîlançoya destpêkê ya erdheja ku îro li Bakûrê Kurdistanê çêbû, hat eşkerekirin. Li gorî vê yekê heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 323 kes birîndar bûne, hezar û 710 avahî jî hilweşiyan e.

Li Bakûr bîlançoya destpêkê ya Erdhejê
6 sibat, 2023   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Alîkarê Serokomarê Dewleta Tirk Fuat Oktay, bilançoya erdheja ku îro li Mereş û Dîlokê bi şîdeta 7.4, 6.5 û 6.4 pêk hat û li gelek herêman bandor çêkir, eşkere kir.   

Li gorî daxuyaniyê bilançoya heta niha wiha ye:  

Li bajarên Bakûr û Tirkiyeyê bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn, hezar û 710 avahî hilweşiyan.  

Bîlançoya bajaran jî wiha ye:

Mereş: 70 kesan jiyana xwe ji des da 200 kes birîndar bûn, 300 avahî hilweşiyan.

Hatay: 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 7 kes birîndar bûn, 200 avahî hilweşiyan

Osmaniye: 20 kesan jiyana xwe ji dest da, 200 kes birîndar bûn, 83 avahî hilweşiyan.

Semsur: 13 kesan jiyana xwe ji dest da, 22 kes birîndar bûn, 100 avahî hilweşiyan. 

Amed: 14 kesan jiyana xwe ji dest da, 226 kes birîndar bûn, 20 avahî hilweşiyan.

Riha: 18 kesan jiyana xwe ji dest da, 200 kes birîndar bûn, 60 avahî hilweşiyan. 

Dîlok: 80 kesan jiyana xwe ji dest da, 600 kes birîndar bûn, 581 avahî hilweşiyan.

Kilîs: 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 200 kes birîndar bûn, 50 avahî hilweşiyan. 

Edene: 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 118 kes birîndar bûn, 16 avahî hilweşiyan.

Meletî: 47 kesan jiyana xwe ji dest da, 550 kes birîndar bûn, 300 avahî hilweşiyan.