Serhildana li Rojhilat û Îranê 140 roj e didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 140 roj li pey xwe hiştin. Li bajarên Sine, Zahîdan, Belûçistan û gelek herêmên din duh jî gel daket kolanan û li dijî desthilatê nerazîbûna xwe nîşan da.

Serhildana li Rojhilat û Îranê 140 roj e didome
4 sibat, 2023   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, 140 roj e didome. Ji bo bidawîkirina serhildanê hêzên dewleta Îranê bi rê û rêbazên herî tund êrişî xwepêşandêran dikin.

Duh li gundê Neneleî yê ser bi bajarê Sineyê ve, li dijî destgîrkirina mela Îbrahîm Kerîm û Loqman Emîn çalakiyek hate lidarxistin. Her du mela ji ber ku piştgirî daye xwepêşandanan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine destgîrkirin.

Li Zahîdanê jî çalakiyên nerazîbûnê bê navber dewam dikin. Duh çalakiyên mezin li bajarê Zahîdan yê ser bi navenda parêzgeha Sîstan û Belûçistanê pêk hatin. Di xwepêşandanan de cezayên darvekirinê hatin şermezarkirin. Hêzên dewleta Îranê li herêmê gelek noqteyên leşkerî ava kirine.

DAXUYANIYA CIWANAN

Bi nûnertiya ciwanên sunnî yên bakurê Îranê, daxuyaniyek hate dayîn û êrişên dewleta Îranê yên li ser xwepêşanderan hatin şermezarkirin. Ciwanan piştgirî da serhildana li Belûçistan û Kurdistanê.

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin: “Bi destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, ji Belûçistanê heya Kurdistanê yekitiyeke dîrokî di nava gelan de ava bû."

Li bajarê Abidan ê parêzegeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî, carekr din çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Li gorî nûçeyeke Tora Mafên Mirovan, di rojên borî de herî kêm 11 kes ji aliyê hêzên Îranê ve li Abidan hatine destgîrkirin.

Li gorî rapora duh a Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê de, di êrişên dewleta Îranê yên li dijî xwepêşandêran de 22 kes ji çavên xwe bûne.