​​​​​​​Jinan bertek nîşanî qetilkirina jina ducanî û zaroka wê da

Li dijî sûcê qetilkirina jina ducanî û zaroka wê ya duh li taxa Mişleb a Reqayê rû dabû, bertek hatin nîşandan.

​​​​​​​Jinan bertek nîşanî qetilkirina jina ducanî û zaroka wê da
​​​​​​​Jinan bertek nîşanî qetilkirina jina ducanî û zaroka wê da
17 ÇILE, 2023   13:28
REQA

Duh (Duşemê) li taxa Mişleb a Reqayê jina ducanî bi navê Nûra Ebid El Ehmed û zaroka wî ya 8 salî ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê vê bûyerê de lêkolînê didomînin.

Sazî û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan qetilkirina jinê û zaroka wê şermezar kir.

REQA

Nivîsgeha Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenbûyayê, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên bajar û gundewarên Reqayê daxuyanî da.

Berdevka Nivîsgeha Edaleta Civakî ya Kombûna Jinan a Zenbûyayê Zehra El Şilaş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku axaftinên şermezarkirinê têrê nakin û hate gotin: "Em li pêşberî pirsgirêkekê ne ku vedigere sedsalên navîn. Sûcên ku wijdanê mirovahiyê dihejîne belav bûne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demên dawîn de sûcên qetilkirina jinan zêde bûne, pê re rewşeke bifikar a civakê heye.

Di daxuyaniyê de li ser qetilkirina jina ducanî Nûra Ebid El Ehmed ev tişt hatin diyarkirin, "Duh li taxa Mişleb a Reqayê jineke mamosete û zaroka wê li mala xwe ji aliyê komekê ve hatin qetilkirin. Jin hat serjêkirin û zaroka wê hat xeniqandin."

Di daxuyaniyê de ev sc û tevahî sûcên li dijî jinan hatin şermezarkirin û wiha hat domandin: "Jinên Reqayê îro li vir kom bûne da ku dengê xwe bighînin cîhanê û bi yekî bêjin, ji qetilkirina jin û zarokan re na."

Di daxuyaniyê de bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin ku cezayên giran bidin sûcdaran. Her wiha bang li rêxistinên jinan û rêxistinên parastina mafên mirovan û yên zarokan hate kirin ku ji bo kesên ku mîna van sûcan dikin, qanûnên hişk derxînin.

Yekitiya Mamosteyan a Reqayê jî bi daxuyaniyekê qetilkirina dayik û zaroka wê şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya Yekitiya Mamosteyan a li bajar, ji aliyê endamê yekitiyê Îbrahîm El Hemûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev sûc hat şermezarkirin û hate gotin: "Komeke sûcdar mamoste Nûra El Ehmed a ku li dibistana Ibn Bîtar perwerde dida û zaroka wê bi xwîneke sar qetil kirin. Ev yek nîşan dide ku ev kiryar sûcekî rêxistinkirî ye.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar hate kirin, ji bo edalet û ewlehî werin mîsogerkirin koma ku sûc kiriye bişopîne û cenazeyên giran lê bibire.

HELEB

Şaxê Helebê yê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê ev sûc şermezar kir. Daxuyaniyek bi beşdarbûna bi dehan jinan li ber navenda rêxistinê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate dayîn.

Endama rêveber a rêxistinê Raniya Cafer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber zihniyeta paşverû sûcên hovane yên mîna qetilkirin, dizîn û talankirinê li dijî jinan didomîne.

Di daxuyaniyê de sûcên qetilkirina jinan û zarokan wekî sûcên qetilkirina mirovahiyê û xetreyeke mezin li ser civakê hate pênasekirin.

Rêxistinê di dawiyê de bang li desteyên têkildar û saziyên hiqûqî kir ku li dijî mîna van sûcan tedbîrên pêwîst bigirin û cezayên giran bidin sûcdaran.

(bb/fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dUEQCSngawg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/X_aVuNSn7YM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>