​​​​​​​Salvegera damezirandina Kongra Star li Helebê hat pîrozkirin

Salvegera 18ʹemîn a damezirandina Kongra Star li Helebê hat pîrozkirin.

13 ÇILE, 2023   15:05
HELEB

Pîrozbahî bi beşdarbûna bi dehan kesî li Hola Elwan a taxa Şiqêf hat lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa axaftina destpêkê kir û salvegera Kongra Star li beşdaran pîroz kir.

Endama Rêveberiya Kongra Star Valendîna Ebdo behsa dîroka Kongra Star kir û got: "Kongra Star 15ʹê Çileya 2005ʹan bi navê Yekitiya Star hat avakirin. Armanca yekitiyê ew e ku rola jinê û dîroka wê bi hemû jinan re bide nasîn. Yekitiya Star di çarçoveya xebata xwe de jin bi rêxistin kirin, da ku hebûn û îradeya xwe ya dîrokî ya ku bi hezarên salan hatibû înkarkirin, nas bikin. Li ser vî bingehî jinan bi dirûşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ xwe bi rêxistin kir û li hemberî pergalên serdest ên destpotî sekinin."

Ji rêveberên Kongra Star Amina Xidro bal kişand şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, li  tevahî Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet kevir û mirov hatin hedefkirin. Li hemberî êrişan jinan xwestin ku tevgereke xweser ava bikin da ku civakê, jin û zarokan bi taybet biparêzin. Li ser vê yekê Kongra Star hat avakirin.ʹʹ

Amina Xidro anî ziman ku hebûna jinan di şoreşê de bedewbûneke şaristanî dide û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan di hemû qadan; siyasî, çand û leşkerî de cihê xwe girtin. Kongra Star bi saya rêxistin û berxwedana ku jinên têkoşer di qadan de dane hat avakirin. Niha hevalên me yên Kongra Star li Şam, Heleb û Ewropayê jî kar dikin. Jinan asta têkoşînê xurt kirine û bûne xetereyeke li ser dijmin."

Di dawiya pîrozbahiyê de komên mûzîk û dîlanê yên Navend Çand û Hunerê ya Cemîl Horo berhemên xwe pêşkêş kirin.

ANHA