​​​​​​​Rêxistineke hiqûqî: Tirkiye partiyên rastgir li dijî Kurdan sor dike

Rêxistina Hiqûqî ya Dad û Geşkirinê ya Rojhilata Navîn hişyarî da ku dewleta Tirk partiyên rastgir ên tundraw ên li Ewropayê li dijî Kurdên li Ewropayê sor dike.

​​​​​​​Rêxistineke hiqûqî: Tirkiye partiyên rastgir li dijî Kurdan sor dike
8 ÇILE, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Hiqûqî ya Dad û Geşkirinê ya Rojhilata Navîn diyar kir ku dewleta Tirk û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan her tim ji bo hedefgirtina Kurdan li Ewropayê sorkirinê dikin.

Berdevkê Rêxistina Hiqûqî ya Dad û Geşkirinê ya Rojhilata Navîn, lêkolînerê siyasî Zeydan El Qenayî hişyarî da ku dewleta Tirk partiyên rastgir ên tundraw ên li Ewropayê li dijî çalakvanên Kurd ên li Ewropayê sor bike.

Rêxistinê di daxuyaniyekê de got: "Dibe ku Tirkiye partiyên rastgir ên tundraw ên li Ewropayê, bi taybet li Fransa, Îtalya, Almanya û Siwêdê li dijî Kurdên li wan welatan bi kar bîne û wan sor bike."

Hêjaye bi bêrixstinê ye ku çekdarekî Tirk 23ʹyê Kanûna 2023ʹyan êrişî Komeleya Çanda Kurd a Ahmed Kaya ya li Parîsê kir û komkujî pêk anî. Di encamê de endama Konsya Rêveber a KCK Emîne Kara (Evîn Goyî) hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdurrehman Kizil şehîd bûn.