Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Li Reqa, Tirbespiyê û Dêrikê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê çalakî hatin lidarxistin.

Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
7 ÇILE, 2023   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 10ʹemîn a şehadeta xwe de li Reqa, Tirbespiyê û Dêrikê hatin bibîranîn.

DÊRIK

Kongra Star a Dêrikê bi beşdarbûna bi dehan kesî semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Dicle organize kir.

Semîner ji aliyê Rêvebera Kongra Star Fatima Mihemed ve hate dayîn. Fatima Mihemed diyar kir ku Sakîne Cansîz pêşenga şoreşa jinê ye û ji hemû jinên ku ji bo azadiyê tê dikoşin, bû sembola berxwedanê.

Fatima Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk bi şehîdxistina Sakîne Cansîz û hevalên wê xwest îradeya gelê Kurd, bi taybet a jinan bişkîne û wiha domand: "Hersê hevalên me yên şehîd şoreşeke nû afirand û bi hezaran jin dan ser xeta wan. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin heta ku edalet û azadiyê mîsoger bikin."

Di dawiya semînerê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Bi heman armancê, Tevgera Jinên Ciwan a Dêrikê bi beşdarbûna bi dehan ciwanan, sînevîzyoneke li ser jiyana hersê şehîdan li navenda Dicleyê pêşanda.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F7tbZ43yX0g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî li navenda xwe merasîmê bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê li dar xist. Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyê di merasîmê de amade bûn.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El Xelef li ser kurtejiyana şehîd Sakîne Cansîz semînerek da. Sewsen El Xelef bi bîr xist ku Sakîne Cansîz ji bajarê Dêrsimê ye û li hemberî zulma dewleta Tirk a dagirker serî rakir. Her wiha anî ziman ku Sakîne bi têkoşîna xwe dîroka Dêrsim, Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn neqişand.

Piştre li ser kurtejiyan û têkoşîna Sakîne Cansîz sînevîzyonek hat pêşandan.

Di dawiyê de mûm hatin pêxistin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbepsiyê jî Kongra Star bi beşdarbûna bi dehan jinan, civînek li hola PYDʹê li dar xist.

Destpêkê sînevîzyoneke li ser jiyana şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê hat pêşandan. Piştre Hevseroka Meclisa PYDʹê ya Tirbespiyê Hediye Şemo axivî.

Hediye Şemo diyar kir ku 10 sal di ser komkujiya yekemîn re derbas bûn, lê desthilata Fransayê hîna faîlan vedişêre û got: "Ji ber vê bêdengiyê dijminê gelê Kurd komkujiya duyemîn pêk anîne, da ku dengê gelê Kurd bisekinin û nehêlin daxwaza mafên xwe bikin."

Hediye Şemo anî ziman ku ev komkujî gelê Kurd ji têkoşîna xwe  ya ji bo bidestxistina mafên xwe û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dûr naxîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/krvjYDI5p-U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>