'Ger dorpêç bidome em ê bi qirkirina komî re rû bi rû bimînin'

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi dorpêçê vîna gel û morala wî bişikîne û bang li aliyên têkildarî û saziyên navneteweyî kir ku dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê bi dawî bikin.

'Ger dorpêç bidome em ê bi qirkirina komî re rû bi rû bimînin'
7 ÇILE, 2023   05:32
ŞEHBA - XALID HESEN

Ji Tebaxê ve dorpêça li dijî kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla hikumeta Şamê ve dewam dike û şênî li hember van rewşên zehmet li gel tunebûna pêdiviyên jiyanê yên sereke li ber xwe didin.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku  ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn di 2018′an de dagir kiriye ve, hikumeta Şamê dorpêçeke giran li dijî kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike û bi vê yekê siyasetên derexlaqî yên derqanûnî dimeşîne.

Mistefa da zanîn ku Firqeya 4′an a hikumeta Şamê qedexeya derbaskirina madeyên bingehîn ên wekî sotemenî, derman û hwd bes nedît, lê nehêle ku koçberên Efrînê ji bo tedawiyê biçin nexweşxaneyên Helebê.

Mistefa bi bîr xist ku li taxa Şêxmeqsûdê 2 zarok bi navên Wîsam Sîdo û Hisên Ebdullah Kîbar ji ber sermayê û tunebûna derman û mazotê jiyana xwe ji dest da û got, eger dorpêç dewam bike, ew ê bi karesateke mirovî û qirkirina komî re rû bi rû bimînin.

Cibraîl Mistefa bang li komîteya navneteweyî ya Xaça Sor kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin, her wiha bang li NY′yê kir ku civîneke awarte li dar bixe û hikumeta Şamê neçar bike bila dawî li dorpêçkirina Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bîne.

(fr)

ANHA