DAIŞ'ê teqîna Kabûlê girte ser xwe

Çeteyên DAIŞ'ê êrişa mezin a li paytexta Efganistan Kabûlê rû daye û di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûne, girte ser xwe.

DAIŞ'ê teqîna Kabûlê girte ser xwe
2 ÇILE, 2023   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî berpirsekî AFP`ê, di encama teqînekê de ku li dijî bendeke kontrolê ya polîsan li têketina baregeheke leşkerî ya paytexta Efganistan Kabûlê vê sibê rû daye, herî kêm 10 kes hatine kuştin û 8 din birîndar bûne. 

Li gorî toreya Al Arabiye, DAIŞ'ê ew êriş girte ser xwe.

Ji dema ku welat kete bin kontrola Talîbanê, êriş û teqîn li Kabûlê pêk tên ku DAIŞ`ê piraniya wan girtine ser xwe. Herî dawî êrişa çekdar li dijî balyozxaneya Pakistanê ye.

Beriya wê jî, DAIŞ`ê êrişa li ser balyozxaneya Rûsyayê girte ser xwe ku di Îlona borî de pêk hat.

(dm)