​​​​​​​Desteya Perwerdeyê ya Efrînê: Em ê tevî derfetên kêm jî perwerdeyê bidomînin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê ragihand ku ew ê tevî derfetên xwe yên kêm jî perwerdeya zarokan bidomînin.

​​​​​​​Desteya Perwerdeyê ya Efrînê: Em ê tevî derfetên kêm jî perwerdeyê bidomînin
17 kanûn, 2022   10:17
ŞEHBA

Bi dehan xwendekar û endamên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê li pêş Dibistana Ehdas a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Hikumeta Şamê li dijî bi sed hezaran koçberên Efrînê, malbat û şêniyên herêmê ji Ereb, Kurd û Tirkmenan dorpêçeke tund ferz kiriye. Hikumet nahêle sotemenî, derman û xurdemenî derbasî herêmê bibin, li kêleka wê jî dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî ketober herêmê topbaran dikin.

Li gel rewşên aborî yên dijwar, hatina zivistanê û sermayê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê neçar bû ku ragihîne dibistan ji 4′ê mehê ve bi sedema tunebûna wesayîtên veguhastinê û sotemeniyê bigire. Di encamê de 72 dibistan hatin girtin û nêzî 15 hezar xwendekar ji xwendinê bê par man.

11 hezar û 232 xwendekarên qonaxa seretayî û pêşdibistanê.

2 hezar û 553 xwendekarên qonaxa navîn.

819 xwendekarên amadehî.

Nêzî 200 xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê û Peymangeha Şehîd Viyan Amara.

Em Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê, ruxmî rewşên koçberî, şer û dorpêçê bi israr in ku bi derfetên xwe yên kêm perwerde dewam bikin, pêşerojeke geş ji zarokên xwe re ava bikin, ji ber ew dendika sereke ya avakirina Sûriyeke demokratîk bi hemû pêkhateyên xwe ye.

Em bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî, di serî de UNICEF′ê dikin ku têkildarî parastina mafên zarokan e dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin, da ku dorpêçê têk bibin û zarokên xwe mafên xwe yên rewa di temamkirina xwendinê û avakirina pêşeroja wan de dewam bikin."

(fr)

ANHA