​​​​​​​Li Til Rifetê dorpêça hikumeta Şamê hate şermezarkirin

Şêniyên navçeya Til Rifetê bi xwepêşandanekê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê şermezar kir û soza domandina têkoşînê li dijî van siyasetan da.

​​​​​​​Li Til Rifetê dorpêça hikumeta Şamê hate şermezarkirin
15 kanûn, 2022   14:36
ŞEHBA

Şêniyên navçeya Til Rifetê ya Şehbayê ji bo şermezarkirina dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê û rêgirtina li ber derbaskirina derman, xwarin û sotemeniyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan ji aliyê meclisa navçeyê ve hat organîzekirin û tê de şêniyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Turkmen beşdar bûn.

Xwepêşandan ji qada sereke ya navçeyê dest pê kir, şêniyan bi hildana pankartên “Dorpêça we îrade û moralê me têk nabe”, “Me bêriya dibistanên xwe kiriye” û “Di dorpêçê de min dibistana xwe ji dest da” berê xwe dan qada li başûrê navçeyê.

Li wir, hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan got: “Siyaseta ku li dijî me tê meşandin ne tiştekî nû ye, ji dema ku em ji Efrînê koçber bûne ve hikûmeta Sûriyî li dijî me siyaseta dorpêçê dimeşîne û rê li ber derbaskirina madeyên sereke digire, ku di encamê de karesetên mirovî pêk hatin.

Henan wiha domand: “Dorpêçê li gelek aliyên jiyanê yên sereke wek karên şaredarî, çandinî û tenduristî bandor kir ku di encamê de li kantonê karesetên mirovî pêk hatin.”

Henan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi van siyasetan îradeya gel têk bibe û hêviya wî ya rizgarkirina Efrînê û tevahiya deverên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, qut bike.

Xwepêşandêeran bi siloganên berxwedana li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê silav kir û çalakiya xwe bi dawî kir.

(mh)

ANHA