​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan

Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û durûtiya rêxistinên hiqûqî ya der barê doza rêber Ocalan de li Kobanê di du xwepêşandanan hatin şermezarkirin.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan
15 kanûn, 2022   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi diruşma "Ciwan fedaîyên rêber Apo neʹʹ Meşek li dar xist. Bi  sedan şêniyên Kobanê beşdar bûn ku ji pêşiya navenda navçeya Qenayê ya li rojavayê Kobanê dest pê kir. Xwepêşanderan wêneyên rêber Ocalan û diruşmên "Bê serok jiyan nabe" hildan

 Meş li ber stasyona Elî Salih a li navçeyê sekinî. Li wir endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Necah Derwîş daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyekê de hate gotin hêzên navneteweyî rojane îsbat dikin ku berjewendiyên wan di ser berjewendiya gel re ne, ji ber vê  yekê li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan bê deng in.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ʹʹRêxistinên hiqûqî tecrîda li dijî rêbertî paşguh dikin, ji ber ku girêdayî rejîmên desthilat in ku hewl didin têkiliya di navbera gel û rêbertî de qut bikin. Ev dualîte ji her kesî ve eşkere ye.ʹʹ

Di dawiyê de bang li ciwan û gelê herêmê hate kirin ku têkoşînê xurt bikin û dakevin qadan heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger dibe û hate gotin.ʹʹAzadiya wî azadiya hemû gelên bindest e.ʹʹ

Xwepêşandan bi diruşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

ŞÊNIYÊN ÇELEBIYÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN KIR

Li aliyekî din jî şêniyên navçeya Çilebiyê ya li başûrê rojhilatê Kobanê bi xwepêşandanekê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û eşkerekirina rewşa wî ya tenduristî kirin.

Xwepêşandana ku ciwanên PYD′ê li dar xistiye, ji pêşiya navenda Kongra Star a li aliyê bakurê gundê Xirab Işkê dest pê kir û Qada Şehîd Gelhat Raman a li başûrê gund bi dawî bû.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan, alên PYD′ê û diruşmên "Bê serok jiyan nabe", "Na ji tecrîdê re" û"Bijî berxwedana girtîgehan" hildan.

Li Qada Şehîd Gelhat Raman xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa PYD′ê ya herêma Firatê Ehmed El Xoce axivî û tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Divê em têkoşînê li hember tevahî rejîmên faşîst û dîktator ku li pêş pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan asteng in, bisekinin."

El Xoce anî ziman ku têkildarî zelalkirina rewşa tenduristî ya rêbertî rêxistinên mafên mirov û hiqûqî berpirs in.

El Xoce ev tişt got: "Pêwîstî bi israrkirina li ser banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî heye û ew yek bi rêya têkoşîna gelê herêmê pêkan e. Ji ber rêbertî îro nûnertiya kesayeta pêşeng û hêvî guhartina şoreşê di vê qonaxa hestiyar de dike. Ji ber herêm bûye dika şanoya nakokiyên navneteweyî û herêmê."

El Xoce bang li tevahî rêxisitnên mirovî û dewletên mezin kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bike, rewşa wî ya tenduristî were eşkerekirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.

Xwepêşandan bi diruşmên "Bê serok jiyan nabe"û "Bijî berxwedana girtîgehan" bi dawî bû.

(fr)

ANHA