`Em amade ne ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin`

Şêniyên kampa El Mehmûdlî û ciwanên Dêrazorê bi du daxuyaniyên cuda piştrast kirin ku ew amade ne ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û xwe li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan birêxistin bikin.

`Em amade ne ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin`
4 kanûn, 2022   14:13
TEBQA

Bi dehan şêniyên kampa El Mehmûdlî ya bakur rojava Teqayê îro li qada kampê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Serokê komînan a kampê Neşmî El Rehîl daxuyanî xwend.

Di daxyyaniyê de hat destnîşankirin ku sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên qedexekirî li dijî herêmên ewleh, bi hicetên derew ku sînora xwe diparêze, sûcên li dijï mirovahiyê ne.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hikumeta Şamê li hember van êrişan, tevï ku ev êriş hêzên wê yên li ser sînor dike hedef, hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şêniyên herêmê dê li kêlka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bisekinin û ji bo dagirkeran ji axa welêt derxin amade ne fedakariyan bikin.

CIWANÊN DÊRAZORÊ SEFERBERIYA GIŞTÎ RAGIHAND

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Dêrazorê, li hember êrişên dagirkeriya Tirk seferberiya giştî ragihand û piştrast kir ku ew amade ne ku li eniyên şer bin û piştgiriya QSD'ê bikin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mihemed El Sultan daxuyanî li pêşiya hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê xwend.

(dm)

ANHA