​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li dijî êrişên Tirkiyê xwepêşandanên gel

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin. Nakokiyên di navbera Nûrî Malikî û Qeys Xizelî de gefan li hevpeymana ‘Çarçoveya Hemahengiyê’ dixwin. Li aliyekî din Erdogan destpêkirina civînên têkiliyên Misir-Tirkiyê ragihand.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li dijî êrişên Tirkiyê xwepêşandanên gel
28 mijdar, 2022   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xwepêşandanên li dijî êrişan, aloziya siyasî ya Iraqê û têkiliyên Misir û Tirkiyê.

‘KURD LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER BAKURÊ SÛRIYÊ XWEPÊŞANDANAN DIKIN’

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê di rojeva rojnameya El Ereb de cih girt. Rojnameyê wiha nivîsand: "Roja Şemiyê bi hezaran kes li bajarê Qamişlo li dijî êrişên hewayî yên Tirkiyê û gefên Enqere yên pêkanîna operasyoneke nû ya bejahî li herêmên di bin serweriya hêzên kurdî yên bakurê Sûriyê de xwepêşandan li dar xistin. Ji ber nezelalbûna helwestên Amerîka û Rûsyayê yên der barê gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî operasyoneke bejahî de, metirsî zêdetir bûn.

20ʹê vê Mijdarê deweta Tirk rêzeêrişên hewayî dijî nuqteyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Iraqê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di serî de li ser Yekîneyên Parastina Gel ên Kurd ên li Sûriyê pêk anîne. Ev êriş wekî bersiva êrişa li Stenbolê ya 13ʹê Mijdarê hat kirin. Her du aliyên kurdî gotibû ku eleqeya wan bi vê bûyerê tune ye."

Li gorî rojnameyê: "Li bajarê Qamişlo bi hezaran kesî wêneyên kuştiyên derbeyên Tirkiyê hildan. Xwepêşanderan wêneyên rêberê Kurd Abdullah Ocalan ê li Tirkiyê girtî ye, hildan û pankartên “Hevkariya bi dewleta Tirk re dijbertiya tevahî gelan e” vekiribûn."

‘IRAQ; NAKOKIYA MALIKÎ Û XIZELÎ GEFÊ LI ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DIXWE’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Nakokiya di navbera Malikî û Qeys Xizelî de ku her du fermandarên sereke yên Çarçoveya Hemahengiyê ya li Iraqê ne, gefê li hevbendiya şîeyan dixwe yak u piştevanê serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ye. Ruxmî ku gelek endamên vê hevbendiyê tekeziyê bi hevgirtinê dikin. Lê belê pêşbirka di navbera Malikî û Xizelî de dibe ku di kêliyekê de biteqe.

Çavkanî destnîşan dikin ku avakirina hikumeta Sûdanî, xwe dispêre lihevkirina pêşwext di navbera Malikî û Xizelî ya li ser dabeşkirina desthilatê. Lê belê daxwaza Malikî ya girtina peywirê cîgirê serokkomar û daxwaza Xizelî ya kontrolkirina saziya ewlehiya nîştimanî, lihevkirin xira kir. Dive ku ev alozî hê jî kûrtir bibe. Bi taybet ku Xizelî piştgiriyê dide endamên ku ji Partiya Dawe ya bi serokatiya Malikî qut bûne. Her wiha fermandarên Çarçoveya Hemahengî jî idîa dikin ku Xizelî berovajî xwesteka Malikî piştgirî daye hilbijartina Sûdanî.

Berê jî Xizelî gotibû ku serokwezîr nikare bi tenê li ser biryara dewletê serwer be û divê di biryarên stratejîk ên siyasî, aborî û ewlehiyê de li Çarçoveya Hemahengî vegere.

Siyasetmedarên şîe jî dibêjin ku ev rewşa bêîstiqrar dibe ku hin rê bide hin parlamenterên Çarçoveya Hemahengî û hin parlamenterên serbixwe ku blokeke parlamentoyê ya alîgira Sûdanî ava bikin.”

‘ERDOGAN BEHSA AVAKIRINA TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYÊ DIKE’

Li ser têkiliyên Misir-Tirkiyê jî, rojnameya El Beyan nivîsî: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ji bo başkirina têkiliyên bi Misirê re dê wezîrên Misir û Tirkiyê bicivin.

Erdogan daxuyand ku başkirina têkiliyên bi Misirê re dê bi civîna wezîrên her du welatan dest pê bike û destnîşan kir ku bi vê civînê dê dan û standin bi pêş bikevin.

Serokkomarê Tirkiyê hefteya borî li Qeterê hempîşeyê xwe yê Misirê Ebdulfettah El Sîsî dîtibû. Serokatiya Misirê bi daxuyaniyekê ew hevdîtin wek destpêkeke nû ya têkiliyên dualî bi nav kiribû.

Erdogan gotitû ku ew nêzî 40 deqeyan di civînê de axivîne.”

(bb,cx)