Malbatên çeteyên DAŞʹê yên ji kampa Holê reviyabû hatin girtin

QSDʹê hejmareke malbatên çeteyên DAIŞʹê yên ji kampa Holê reviyan, girtin. Li ser kampê liv û tevgera balafirên kêşfê yên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.

Malbatên çeteyên DAŞʹê yên ji kampa Holê reviyabû hatin girtin
25 mijdar, 2022   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî ku liv û tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser kampa Holê dewam dike, hejmarek malbatên çeteyên DAIŞʹê ji kampê reviyan.

Malbatên çeteyên DAIŞʹê piştî demeke kurt, di operasyoneke lêgerînê de ji aliyê QSDʹê ve hatin girtin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide malbatên çeteyên DAIŞʹê yên li kampa Holê birevîne. Roja 23ʹyê Mijdarê li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kampa Holê bombebaran kir. Di encamê de 8 şervanên QSDʹê şehîd bûn.

(bb)

ANHA