​​​​​​​Meclisa Edaleta Civakî xwest dewleta Tirk were darizandin

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û xwest ku dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de were cezakirin.

​​​​​​​Meclisa Edaleta Civakî xwest dewleta Tirk were darizandin
25 mijdar, 2022   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi bîlançoya êrişên ji şeva 19ʹê Mijdarê ve yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin û wiha hat diyarkirin: "Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya sûcên rojane, plankirî yên domdar de, ji şeva 19ʹê Mijdara 2022ʹyan ve êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da destpêkirin. 50 êriş bi balafirên şer û 20 êriş bi balafirên bê mirov pêk anîn. Her wiha 376 êriş bi obîsên giran, hawan, tank û hemû cûre çekên giran li dijî herêmên ji Dêrik, heta Şehba û Dêrazorê pêk anîn. Di encamê de 11 şervanên parêzvanên xak û gel û 15 sivîl şehîd bûn.  Her wiha malên sivîlan, nexweşxane, dibistan, binsazî û cihên xizmetguzarî wekî stasyonên sotemenî, kehrebe, embarên genim û rêyên giştî hatin bombekirin. Di heman demê de kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞʹê tê de hene bombebaran kir. Dewleta Tirk xwest ku malbatên çeteyên DAIŞʹê ji kampê birevin û DAIŞ ji nû ve belav bibe da ku niştecihên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitirsîne."

Di daxuyaniyê de sûcên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne bi qirkirina komî hat wesifkirin û wiha hat domandin: "Qetilkirina bi zanebûn, dûrxistina niştecihan û koçberkirina wan bi sedemên siyasî an etnîkî, an neteweyî, an çandî yan jî olî sûcên şer e."

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrişên li ser binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku projeya Rêveberiyia Xweser têk bibe, ewlehiya herêmê xirab bike, şêniyên wê bitirsîne da ku neçarî koçberiyê bibin û herêm ji niştecihên wê yên resen vala bibe.

Mecilsa Edaleta Civakî diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û hate gotin: "Dewleta Tirk madeya 15ʹan Peymana Cinêvê ya sala 1949ʹan a têkildarî parastina sivîlan di demên şer de bin pê dike. Li gorî madeya 18ʹan ya peymanê, nabe êriş li ser nexweşxaneyên sivîlan werin kirin. Lê dewleta Tirk li dijî vê madeyê tevdigere."

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê banga darizandina dewleta Tirk kir ʹʹEm bang li Neteweyên Yekbûyî, civata navneteweyî û aliyên têkildar dikin ku tavilê destwerdanê bikin, van binpêkirinan rawestînin û dewleta li pêşberî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî darizînin, ji ber ku sûcên qirkirinê, sûcên dermirovî û sûcên şer dike."

(bb)

ANHA