Hevserokê meclisa Rêveberiya Xweser bang li gel kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş hişyarî da ku heke êriş berdewam bikin, xeteriya girtîgehên DAIŞ`ê û malbatên wan heye. Her wiha bang li Sûriyeyiyan kir ku li gel Rêveberiya Xweser û QSD`ê bin.

Hevserokê meclisa Rêveberiya Xweser bang li gel kir
23 mijdar, 2022   19:53
REQA

Hevserokê Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Ebid Hamid El Mehbaş li avahiya meclisê ya li Reqayê civîneke çapmeniyê li dar xist.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ŞÊNIYÊN HERÊMÊ Û AVAHIYÊN WÊ HEDEF DIGIRE

El Mihbaş di destpêka civînê de diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka êrişên wê li dijî serweriya Sûriye û taybet herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, ferq nexist navbera baregehên leşkerî û sivîl. Her wiha di rojên yekemîn û duyemîn de komkujî di nava sivîlan de pêk anîn ku di encama wê de 11 sivîl şehîd bûn.

GIRTÎGEH Û KAMPÊN MALBATÊN DAIŞ'Ê LI SER CÎHANÊ XETER IN

El Mihbaş destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek girtîgehên çeteyên DAIŞ'ê û li rojhilatê Hesekê jî kampa Holê ku zêdetirî 8 hezar malbat, jin û zarokên DAIŞ'ê dihewîne, hene. Her wiha ev yek ne tenê li ser Sûriyê, lê belê li ser tevahî cîbanê xeter e.

El Mihbaş got: “Îro agahî hebûn ku dewleta Tirk derdora girtîgehekê topbaran kir. Armanc jê ew e ku van girtiyên ku ji 67 dewletên cuda ne, xilas bike. Xeteriyeke van ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, lê belê wê bandor li seranserî cîhanê bike. Heke êrişên dewleta Tirk bidomin û DAIŞ rizgar bibe, gelo cîhanê xeteriya belavbûna DAIŞ'ê tehemûl bike lê na?”

El Mihbaş diyar kir ku teqîna Stenbolê şanoyeke ku istîxbarata Tirk çêkiriye. Agahî hene ku AKP`ê teqîn dike hicet da ku êrişî herêmê bike. , ji bo êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest pê kir .

El Mihbaş wiha domand: “Divê civata navnetweyî rola xwe li hember vê bûyerê pêk bîne. Li pêşiya tevahî dezgehên çapmaniyê û raya giştî ya cîbanî em bang li civata navneteweyî dikin ku komîteyeke lêpirsînê ya navnetweyî ji bo vê bûyerê ava bikin bêyî ku xwe bispêrin istîxbarata Tirk, ji ber ku berjewendiya wan tê de heye.”

 XETERIYA DAIŞ'Ê LI SER EWLEHIYA NETEWÎ YA CÎHANÎ GEF E

Têkildarî xeteriya van êrişan, El Mihbaş piştrast kir  ku ew bandor ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriye û Sûriye dike, lê belê ew gefan li ewlehiya netewî li Sûriye û ewlehiya netewî li Tirkiyê jî dixwe.

El Mihbaş destnîşan kir ku topbarana dagirkeriya Tirk serweriya Sûriyê binpê dike û wiha berdewam kir: “Li gor pîvanên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) nabe dewletek gefê li dewletekê bixwe yan jî êrişî wê bike. Ji ber wê jî divê NY û koalîsyona navneteweyî di serî de Rûsya û Amerîka êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê rawestînin.

Di dawiya civînê de El Mihbaş bang li gelê Sûriyê kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xaka Sûriyê dagir bike. Wê Efrîn, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye û niha hewl dide bi van êrişan rûbera dagirkeriyê berfirehtir bike û deverên din dagir bike. Ev jî mijareke dîrokî ye; ji ber wê jî divê sûriyên welatparêz li pişta Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin.”

(dm, mh)

ANHA