MSD′ê bang kir: Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin

MSD′ê civîneke fireh li Reqayê li dar xist, tê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bandorên wê li ser herêmê şermezar kirin û bang li hêzên nîştimanî ya Sûriyê kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

MSD′ê bang kir: Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin
23 mijdar, 2022   16:47
REQA

Di civînê de endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî yên Reqa, şêx û rûspiyên eşîrên Reqa û endamên yekitiya rewşenbîran amade bûn.

Di civînê de, endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD′ê Elî Rehmûn li ser pêdeçûnên dawî yên êrişên dewleta Tirk a dagirker axivî û wiha got: "Em sûrî ji 11 salan vê di rewşa bêîstîqrariyê de dijîn û dewleta Tirk di 2016, 2019 û 2022′yan de li dijî herêmê hemelyên leşkerî li dar xistin.”

Rehmûn destnîşan kir ku civata navneteweyî tu helwest li hember aloziya Sûriyê nîşan nedaye û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de divê em hevgirtî bin da ku li hember van êrişan li ser astên civakî, aborî û heta siyasî li ber xwe bidin.”

Rehmûn eşkere kir ku rojane bi Amerîka û Rûsyayê re di nav peywendaniyan de ne lê bersivdan heta niha qels e û got: “Ji bûyerên li Sûriyê heta niha rû dane, em fêm dikin ku civata navneteweyî tu girîngiyê nade dosyaya Sûriyê.” 

Ji beşdaran helbestvan Foziye Mirî got: “Divê em bibin yek û hevdîtinên bi gel re zêde bikin. Ji ber mijar, hebûn û nebûn e. Divê em li hember wan êrişan li ber xwe bidin.”

Her wiha rûspiyê êla El Bû Xemîs ê Reqayê Hisên El Raşid jî diyar kir ku êriş lihevkirî ye û divê rê li ber van êrişan bê girtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em pêşniyar dikin ku pêkhateya xiristiyan serdana dewleta Vatîkan bike, ji ber ku bandora wê li ser dewletên mezin heye. Pêşniyar dikim ku şandeyeke rûspiyên eşîrên herêmê serdana dewletên Kendavê bikin û rewşa li vir ji wan re şîrove bikin.”

/ar/uploads/files/2022/11/23/152905_5555.webp

Di dawiya civînê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişleb El Tirkan daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “MSD, rêxistinên civakî, siyasî û jinan êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelên herêmê şermezar dikin. Em teqez dikin ku bihaneyên dewleta Tirk a dagirker ji bo vê êrişê pêk bîne, ne rast in. Ev êriş, berdewama rêgeza wê ya dijminane ye ku jê armanc dike herêmên din ên Sûriyê dagir bike, demografiya herêmê biguhere, destekê bide terorê û tevliheviyê li herêmê derxe.

Em dizanin ku Tirkiyê di nav aloziyê de ye û rewşa wê ya aborî û civakî dihêle ku wan aloziyan bi rêya van êrişan derxe derve. Ji ber ku nekarî erêkirinê bi dest bixe ku destwerdana herêmê bike, di vê dawiyê de senaryoyek amade kir û teqîneke terorîst li Stenbolê pêk anî. Piştre QSD, Rêveberiya Xweser pê tawanbar kir. Enqere ji vê teqînê xwest hicetekê peyda bike da ku êrişî herêmê bike.

Bi van êrişan dewleta Tirk a dagirker ji her kesî re desntîşan dike ku armanca wê, ne tunekirina DAIŞ`ê ye lê belê derfetekê jê re peyda bike da ku xwe careke din bi rêxistin bike. Di heman demê de aloziyên xwe derdixe derve û xwe ji rewşa aloz a ji ber pergala xwe zordest gihandiyê xilas bike.

Em sersaxiyên ji şehîdan re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin û di heman demê de em dibêjin, Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker in. Li rex wan jî Konseya Ewlehiyê, NY û Yekitiya Erebî jî berpirsyar in ji ber heta niha tu helwesteke cidî li hember Tirkiyê negirt.

Em bang li gelê Sûriyê û hêzên nîştimanî yên Sûriyê dikin ku di vê pêvajoya çarenûsî de, ev beşa girîng ji Sûriyê biparêzin. Em bang li gelê xwe dikin ku vê derfetê nedin hêzên zordest û dewleta osmanî ya faşîst û xwedî li QSD û Rêveberiya Xweser derkevin da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

ANHA