Dr. Sufyan Arif El Tel: Ji berjewendiyên şîrketan zêdetir em girîngiyê bidin mirovan

Pisporê jîngehê yê urdinî Dr. Sufyan Arif El Tel guman kir ku Lûtkeya Avhewayê ya Cop 27′an nikare çareyekê ji krîza guhartina avhewayê re pêk bîne û got: "Ji berjewendiyên şîrketên mezin zêdetir girîngiyê bidin mirovan."

Dr. Sufyan Arif El Tel: Ji berjewendiyên şîrketan zêdetir em girîngiyê bidin mirovan
18 mijdar, 2022   03:45
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Kongreya aliyên "Cop-27" li bajarê Şerm Şêx ê Misirê ku tê payîn ku îro bi dawî bibe, hewldanên xwe ji bo sekinadina li hember astengiyên guhertina avhewayê dewam dike. Kongre bi beşdariya 40 hezar kesayetên ji seranserê cîhanê anku nêzî 200 welatî tê lidarxistin. Di demekê de ku karesatên ekolojiyê yên wekî guhertina avhewayê, lehî, hişkesalî û germbûna erdê ku bi hezaran kes kirine qurbanî, barê cîhanê giran kirine.

Pisporên avhewayê, piştî xeteriya nukleerê guhertinên avhewayê wekî duyemîn xeteriya li ser şaristaniya mirovahiyê pênase dikin.

Zanyar hemfikir in ku guhertina avhewayê piştî gefa çekên nukleerî, duyemîn xeteriya mezin li ser mirovahiyê ye. Ev cara yekemîn e ku zanyar guhertina avhewayê wekî gefeke cîhanî li ser siberoja şaristaniya mirovahiyê dihesibînin.

Her wiha diyar dikin ku gaza karbondîoksîd a ku tê derxistin mîna teqîneke nukleerî hêdî hêdî bandorê li erdê dike û zirareke dibe ku bi taluka be û neyê sererastkirin.

Desteya NY′yê ya bi guhertina avhewayê erkdarkirî diyar kir ku sedema bilindbûna pileyên germayê di avhewayê de di çend salên borî de, li çalakiya zêde ya mirovan li er rûyê erdê vedigere. Li gorî lêkolînan pileya germahiya erdê ji 12 hezar sal ve ya herî bilind e. Ji ber germahiya gerostêrkê bi awayekî lez di van 30 salên borî de bilind dibe û ev yek bandorê li helandina çemsera bakur dike.

GERMBÛNA GERDÛNÊ

/kr/uploads/files/2022/11/17/193215_-.webp

Pisporê jîngehê yê urdinî Dr. Sufyan Arif El Tel got ew pişta xwe nade lûtkeya avhewayê Cop 27 ku li Şerm El Şêx a Misirî hate lidarxistin. Ji ber xeteriyên jîngehê barê cîhanê ji guhartina avhewayê, lehî, ziwabûn û germbûna gerdûnê giran kir û zirar gihand bi sedan zindiyan û wiha got: "Ez texmîn nakim ku krîza guhartina avhewaya heyî were dîsplînkirin."

El Tel wiha domand: "Cîhana erebî ji ber qirêjiya di beşên hewa, av, hilweşîna zeviyên çandiniyê û qirêjiya endustiriyê de salane bi hezaran milyon dolar zirarê dike, anku ji sedî 3 ji berhema xwe ji dest dide."

El Tel destnîşan kir ku cîhana erebî zirarê ji tiştên berhemdar zêdetir dide, her wiha tenê ji sedî 3 berhem dide. El Tel diyar kir ku gelek dozên jîngehê yên zextê li welatê Ereb dikin hene, ji wan jî derketina bi salane ya 1,2 milyon bermîl petrol ji ava Kendava Erebî. Ew yek jî ji ber gelek sedaman pêk tê; rêvebirina nebaş, nekontrolkirina xebatên kargokirin û valakirin û qezayan.

El Tel wiha pê de çû: "Ji dozên jîngehê ku zextê li welatê Ereb dikin, qirêjiya ku ferdek di encama petrolê de derdixe nêzî 2-8 qatî ya DYA′yê ye, li kêlek wê jî danayên avê tên guhartin, jîngeha deryayî û beravê tê hilweşandin, çêrgeh û daristan tên wêrankirin, zeciyên çandiniyê hildiweşin û çolistan çêdibe, darên xurmê bi sedema avdana nebaş qels dibin."

Li ser dozen avê li herêma Erebî El Tel wiha pê de çû: "Kişandina zêde ya ava binerdê dibe ku ava şor bi xwe re bîne, sîstemên dayîna ava klasîkî têk bibe, ava binerdê yên nêzî rûyê erdê qirêj bike û xeteriyên tenduristî çêke, jêderên ava binerdê kêm bibin û herêmên çandiniyê bi sedema şoreya avê qels bibin."

HIŞKESALÎ

Ji diyardeyên guhartinên avhewayê, çêbûna çolistanê, zêdebûna belavbûna kurmikên nexweşiyan belav dikin, belavbûna melarya li Ewropa, zêdebûna pileyên germahiyê li herêmên cemserên bakur û başûr.

El Tel banga lidarxistina kongreyeke geşkirina mayînde kir û ev tişt got: "Da ku bernameya demê ya eşkere ji bo pêkanîna were danîn, taybetmendiyên guncaw ên pêkanîna biryaran werin şopandin, ewlehiya civakî ya feqîrên ku globaliya aborî ew têk birine, were pêkanîn, rêbazên mezaxtkirinê û berhemdana mayînde werin ferzkirin, girîngî bi mirovan ji berjewnediyên şîrketên mezin, zêdetir were kirin, hesab li ser wêrankirina jîngeh were xwestin."

El Tel got divê cîhan bi giştî were lêkolînkirin û tê de 200 pisporên jîngehê ji 50 dewletî beşdar bin û wiha anî ziman: "Niha gelek pirsgirêk hene û di aliyê siyasî de girîngî tune ye, ji wan jî dozen guhartina avhewayê, kêmbûna avê, hişkesalî, windabûna daristanan, qirêjbûna avê, pirsgirêkên rêvebirin, zêdebûna şêniyan û tevgera wan, penabertî, nakokiya mezaxtinê û aborî."

El Tel texmîn kir ku dê li Ewropa pileyên germahiyê zêde bibin û di navbear 8-10 de zêde bibin, bahozên tund, guhartinên cewherî di astên baranê de çêbin, ziwabûn li hin herêman çêbe û li hin herêmên din jî baran zêde be û di encamê de lehî û herikîna axê çêbe, û dê ava çem û deryayan ber bi hişkiyê ve biherike û di encamê de zeviyên werin binavkirin û avahî hilweşin.

Her wiha El Tel texmîn kir ku li hin herêman dê baran, şilbûna axê, ava binerd û sererdê zêde be, şiklên bikaranîna ava çandiniyê were guhartin, berhema çandiniyê li hin herêman kêm be, mîna Berazîl, Afrîka, başûr rojhilatê Asya û Çînê. Li hin herêman jî berhemdana di aliyê çandiniyê de zêde bibe, pandemiyên girêdayî guhartina avhewayê çêbin. Pêdiviya vê yekê jî bi teknolojiyeke nû, pêşketî û guhartina di rêvebirina çandiniyê de heye.

Sufyan Arif El Tel wiha dawî li gotina xwe anî: "Pir giya û lawir dê xwe di sîstemên avhewayê ya nû de bibînin û li gorî kapasîteya wan a adaptasyonê bandorê neyênî yan jî erênî çêbe. Bajarên xizan jî mîna Jakarta, Madras, Pompeii, Karachi, Lagos, Rio de Janeiro û Nile Delta li ber gefên lehiyan in, lê bajarên dewlemend jî mîna  New York, Miami, New Orleans, Venice û Rotterdam li ber gefên lehiyan in."

(fr)