Li rojavayê Dêrazorê meşek ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan

Şêniyên rojavayê Dêrazorê bi meşeke girseyî banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku ew ê di pêkanîna fikirê neteweya demokratîk de dewam bikin.

Li rojavayê Dêrazorê meşek ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
16 mijdar, 2022   13:48
DÊRAZOR

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a roavayê Dêrazorê meş li dar xist, tê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şênî beşdar bûn.

Girse li gel Çerxerêya Delê ya li Kîsra kom bûn û ber bi Çerxerêya Cisir a li aliyê bakurê bajarokê ve ketin rê.

Li Çerxerêya Cisir Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da û ji hêla Sewsen El Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdana Dêrazorê bi giştî û li ser navê Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan bi taybet em îro li vir in û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin ku pirasîbên biratiya gelan pêk anîne.

Dema fikrên rêber Ocalan belav bûn, dewletên kapîtalîst û desthilatan hewl da xwe ji vê fikrê bi rêya xelasbûna ji fîzîkiya rêber Ocalan, xelas bin. Komplo pêk anîn, lê ruxmî wê nikarîn fikr û baweriyên me têk bibin.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî dikin ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin û serbest berdin, da ku gel têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bike."

Di dawiyê de diruşmên şermezarkirina bêdengiya navneteweyî hatin berzkirin.

(fr)

ANHA