Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê

Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD′ê rêzesemîner li navçeyên Qamişloyê ji bo danasîna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar xistin, tê de şêwe û bandorên wê li ser jin û civakê şîrove kirin.

Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
Li Qamişloyê rêzesemînerên li ser 25′ê Mijdarê
15 mijdar, 2022   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev çalakî di çarçoveya bernameya Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tên. Di vê dawiyê de, anku di 13′yê Mijdarê de bi diruşma "Li dijî tevahî tundiya dewlet û zihniyeta mêr, jin, jiyan, azadî" bernameya xwe eşkere kir.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê li avahiya PYD′ê ya giştî li Hîzama Bakur a Qamişloyê li dar xist.

Di panelê de endamên Kongra Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Edaleta Civakî, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên ji partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê û hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed amade bûn.

Di panelê de berdevka Meclisa Jinan a PYD′ê Zehra Semo bixêrhatina beşdaran kir û brexwedana jinan ku li tevahî şêweyên tundiya tê koşiyane û heta gihaştine roja îro, mîna têkoşer Sakîne Cansiz, Zeyneb Sarûxan û Jîna Emîn silav kir.

Zehra wiha got: "Jinan ji gelek salan ve li dijî tevahî şêweyên tundiya tê koşiyane, banga mafên xwe kir, şerê zihniyeta baviksalarî û dewletî ku hewl didan nasnameya wê biçewisînin kir. Dema em li ser tundiyê diaxivin em tundiya dewletê dibînin."

Zehra diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinan a îro bi pêş ketiye, temenê wê jî şehîd bûn.

Zehra destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan dewam dikin. Ew hewl dide vîna wan bişikîne, têkoşîna wan bi bin bixe ku temam nekin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Erîfe Bekir li ser mijara sereke ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan axivî û wiha got: "Jinan li ser vê erdnîgariyê ku navenda wê ya yekemîn bû xwendawendî kir, civak bi rê ve bir û di tevahî aliyên jiyanê de bi rê ve bir. Ew yek di di hewayekî de aştî û wekhevî hebû pêk anî."

Erîfe wiha domand: "Di heman cihî de ku tê de jin jiya, cara yekemîn ji hêla rejîmên dîktator ve rastî heqaretê hat. Ji 5 salan ve mafên jinan di rêvebirina civaka xwazayê hatine standin û li şûna wê hegemoniya mêr hate bicihkirin."

Erîfe ev tişt anî ziman "Îro careke din em li pêşberî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan in û ev tundî bi rêbaza tundî ya li dijî jinan pêk tê, tê pênasekirin û nijadperestiyê pêk tîne. Ev hemû binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e."

Erîfe da zanîn ku ne tenê tundî li ser jinan pêk tê, lê belê li ser malbat û civakê bi giştî pêk tê û bandorên wê yên neyênî yên civakî, aborî, tenduristî û hwd hene.

Erîfe bal kişand ser Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan li ser jinan û wiha pê de çû: "Jinan di vê şoreşê de hema şoreş hem jî gelê xwe bi rê ve bir, di tevahî çalakiyên rêxistinî de beşdar bûn. Bi vîna xwe nexşeya zayendperestî ku di malbata Kurdistanî de hatibû xêzkirin, guherand. Êdî jin ne mehkumî xebatên diyar e, lê belê hilbijêrên nû wergirtin; têkoşîna ji bo jiyaneke baştir."

Erîfe wiha bi dawî kir: "Em bepirsên pêkanîna jiyaneke azad û edaletekê ji hemûyan re ne. Em ê her pêşengên avakirina pergaleke xwe bimînin. Em ê şerê mêtîngerî, nijadperestî, çewisîner, zihniyeta baviksalarî û rejîma kapîtalîzmê bikin."

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê jê, Kongra Star bi hevkariya Navenda Jineolojiya panelek ji bo danasîna Jineolojiya da. Semîner bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li navenda Kongra Star hate lidarxistin.

Panela ku bi dehan endamên saziyên leşkerî, sivîl û şêniyên navçeyê tev lê bibûn, bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre endama rêveber a Kongra Star a Tirbespiyê Semer Hisên axivî û îşaret bi rola jinan di hemû qadan; siyasî, civakî û leşkerî de kir. Her wiha erkên ku dikevin ser milên jinan ji bo avakirina civakeke azad destnîşan kir.

Piştre sînevîzyonek li ser xebatên akademiya jineolojiya hat pêşandan û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê rizgarkirina jinan û misogerkirina mafên wan de ji aliyê endama rêveber a Mala Jinê ya Tirbespiyê Huda Elî ve hat xwendin.

Panel bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

DÊRIK

Bi heman boneyê, Kongra Star a navçeya Dêrikê jî semîner bi beşdarbûna bi dehan jinan li ser danasîna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan da.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Binefş Şahîn ve hat birêvebirin.

Binefş Şahîn bal kişand ser tundiya mêr a li ser jinan û serkeftinên ku jinan di Şoreşa Rojava de bidest xistine. Her wiha got: "Bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê gihaştin asteke binlind a pêşketinê. Jinan xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar kirin û di hemû qadan de xwe îsbat kirin û bûn sembola jina azad a têkoşer."

HELEB

Yekitiya Mamosteyan a Helebê jî bi boneya 25ʹê Mijdarê daxuyaniyek bi beşdarbûna mamosteyan da.

Daxuyanî li pêşiya dibistana Alan Mihemed a beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê endama rêvebe a Yekitiya Mamosteyan Zozan Dehar ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dîroka tundiya li ser jinan gelekî dûr e heta ku jin bû alavek di destê desthilatdariyê de.

Her wiha hate diyarkirin ku li hemberî zihniyeta baviksalarî û sîstema kapîtalîzm pêwîstiya jinan bi şoreşê heye, da ku mafên xwe misoger bikin.

Di dawiyê de bang li jinan hat kirin ku xwe li li gorî fikr û felsfeya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

ANHA