Bedran Çiya Kurd: Nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi Şamê re îflas û lawaziya wê ye

Heverokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikumeta Şamê re nîşaneya îflasbûn û lawaziya wê ye û her wiha bi armanca rê li pêş çi çare yan jî guhartineke siyasî û diyaloga sûrî-sûrî bigire ku serkeftinên Rêveberiya Xweser bi bin bixe û ew tecrûbe li xakên Sûriyê belav nebe.

Bedran Çiya Kurd: Nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi Şamê re îflas û lawaziya wê ye
9 mijdar, 2022   15:45
ŞEHBA

Vê sibehê bi dirûşma "Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiyê û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re" li Hola Şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê komxebatê dest pê kir. Komxebat ji aliyê MSD`ê ve hatiye organîzekirin û gelek siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûne.

Hevserokê Dîareya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bi rêya online beşdarî komxebatê bû û li ser pêşdeçûnên dawî yên li herêmê bi giştî û nêzîkbûna di navbera dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê de axivî.

Çiya Kurd di axaftina xwe îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk sûdê ji şerê Rûsya-Ukraynayê dike û xebatê li ser lihevkirinê bi hemû aliyan re bi rêya civînên Tehran û Sochiyê dike û di vê dawiyê de jî lihevkirin bi hikumeta Swêdayê re li ser tevlêbûna li NATO′yê kir.

Çiya Kurd siyasetên hikumeta Swêdayê yên li ser nedesteka wê ji Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rexne kir û diyar kir ku ew tişt diyar dibe ku hikumeta Swêdayê ji zextên dewleta Tirk a dagirker razî ye û wiha got: "Guhartina helwesta Swêdayê li ser helwesta xwe li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nîşaneya guhartina wê li hember têkoşîn û şerê li dijî terorê ye."

Çiya Kurd wiha domand: "Em bawer in ku dewleta Tirk a dagirker nikare serkeftinê li hember berxwedana gelê me pêk bîne  çawa ku destek dide çeteyan di krîza Sûriyê de û ew di van deman de lihevkirinê bi hikumeta Şamê re dike da ku berjewendiyên xwe yên mêtîngeriyê li tevahî herêmê derbas bike û Sûriyê wêran bike."

Çiya Kurd teqez kir ku nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikumeta Şamê re nîşaneya îflas û lawaziya wê ye û wiha pê de çû: "Du armancên vê nêzîkbûnê hene. Ya yekemîn; rê li pêş çi çareserî yan jî guhartineke siyasî yan jî diyaloga sûrî-sûrî bigirin û ya duyemîn jî serkeftinên Rêveberiya Xweser têk bibin û nehêlin ev tecrûbe li hember xaka Sûriyê belav bibe û koçer venegerin."

Çiya Kurd destnîşan kir ku jinûve têkiliyên bi hikumeta Şamê re ne ji berjewendiya gelê Sûriyê û berjewendiya dewleta Sûriyê ye û ew komployeke nû li dijî vîn û gelê Sûriyê ye.

Bedran Çiya Kurd bang li hikumeta Şamê û gelê Sûriyê bi giştî kir ku planên dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û ev tişt anî ziman: "Lihevkirina destekê nade îstîqrarê û çareyên pêşerojê ji krîza Sûriyê re nabîne."

Li ser eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker Çiya Kurd ev tişt got: "Berpirsiyariya hemû partî û hêzên neteweyî eşkerekirina van siyasetan e û divê li hember planên dewleta Tirk hişyar bin."

Çiya Kurd got îro erka li ser tevahî sûriyan ew e ku xwedî biryar û helwestekê li dijî van siysetên dagirkeriya Tirk bin ku ew û çeteyên wê krîzeke mezin dijîn.

Çiya Kurd behsa tiştê li Efrînê diqewime kir û wiha pê de çû: "Tişt li Efrînê ji berfirehkirina Cebhet El Nusra li herêmên din diqewime dê bi xwe re guhartinên siyasî yên mezin di pêşerojeke nêzîk de bîne."

Bedran Çiya Kurd wiha axivî: "Em bawer in ku tu derfet ji dagirkeriya Tirk re tune ne, ji ber xwe dispêre rêbaza êrişên tesfiyekirin û nakokiyên leşkerî û xebata li ser giştîkirina fikreya Cebhet El Nusra dike. Em amade ne bi hemû aliyan re li gel guhartinên nû diyalogê bikin, ji ber li gel me projeya çareseriyê heye û em bawer in ku bi vî rêbazî dê bikarin Efrînê û herêmên din ên dagirkirî rizgar bikin."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd wiha dawî li gotina xwe anî: "Li gel herêmên Rêveberiya Xweser projeya eşkere heye, ew jî projeya biratiya gelan e. Ji bo pêşeroja demokrasî ya li Sûriyê û ji bo diyaloga sûrî-sûrî û ji bo serkeftinê êdî civata navneteweyî dizane ku pêwîst e hemû alî di projeya çareseriyê de beşdar bin, ji muxalifên neteweyî û herêmên Rêveberiya Xweser bigire."

(fr)

ANHA