ʹBirêxstinkirin û perwerdekirina civakê erka ciwanan eʹ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê diyar kir ku birêxistinkirin û perwerdekirina civakê li gorî şerê gel ê şoreşgerî û hişyarkirina wê ji xetereya şerê taybet erka ciwanan e.

ʹBirêxstinkirin û perwerdekirina civakê erka ciwanan eʹ
6 mijdar, 2022   23:38
MINBIC- ŞÊRÎN SERXAN

Li hemberî destwerdanên derve yên li aloziya Sûriyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di bin sîwana projeya Rêveberiya Xweser de bi rêxistin kirine, destkeftiyên şoreşê diparêzin û hêzên xwe yên parastinê QSDʹê ava kirine.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Kurdan xwe ji şerê li ser desthilatdariyê dûr xist, xeta sêyemîn a xweparastinê ji êriş û destwerdanên derve hilbijart û rewşa gelên herêmê gihand şerê gel ê şoreşgerî.

Ji bo pêşxistina civakê û parastina wê ji xetereyan, rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê berpirsyariyên xwe bi cih tînin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê Minbicê Nasir El Xalid got: "Rola esasî û mezin a ciwanan hişyarkirina civakan, perwerdekirina ciwanan di aliyê çandî, exlaqî û leşkerî ye da ku xizmeta wlatê xwe bikin û ala pêşerojê hildin. Her wiha da ku karibin civakeke azad a exlaq û polîtîk ava bikin."

El Xalid diyar kir ku li gel siyasetên dewletên kapîtalîst ên bi armanca hilandina çanda gelan divê ciwanan li hemberî hemû cûre û rêbazên şeran amade bin û xwe li gorî xweparastinê bi rêxistin bikin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hisên Begarî jî îşaret bi rola ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola ciwanên şoreşger rêxistinkirina civakê, belavkirina fikr û felsfeya rêber Abdullah Ocalan di civakê de ye."

Begarî bal kişand ser rewşa ciwanan beriya Şoreşa 19ʹê Tîrmehê û wiha domand: "Wekî tê zanîn gelên herêmê di rewşeke zor û çewistandin re derbar bû. Li tevahî cîhanê rola gel û ciwanan ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hatibû qelskirin û wekî amûr di destê xwe de bi kar dianîn, ji ber dizanîn ku ciwan yek ji lingên sereke yên her neteweyekê ye, her wiha xeta pêşîn û dawî ya parastina civakan e."

Hisên Begarî her wiha bal kişand ser rola Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Em di tevahî qadan; civakî, çandî û leşkerî de ciwanan perwerde dikin. Em xwe û gelê xwe li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin dikin. Em banga xurtkirina hevgirtina nîştimanî li tevahî gelan dikin. Her wiha em bang dikin ku li kêleka hêzên me yên leşkerî bisekinin û herêmê ji her êrişan biparêzin."

Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxê Minbicê Hisên Begarî diyar kir ku erka sekna civakê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker dikeve ser milê ciwanan û wiha dawî li axaftina xwe danî: "Erka me ew e ku civakê ji xetereyên şerê taybet ên ku dewletên kapîtalîst li ser herêmê pêk tînin, hişyar bikin û bi rêxistin bikin. Her wiha hevgirtina gel û girêdana bi axê ve xurt bikin û berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk geş bikin."

ANHA