​​​​​​​Lûtkeya Avhewayê; di bin siya dewletên mezin ên sedema pirsgirêka avhewayê de

Di 6-18’ê Mijdarê de li bajarê Şerm El Şêx ê Misirê Lûtkeya Evhewayê ya NY`yê li dar dikeve. Li gel rewşa avhewayê ya aloz, pispor û rayedarên misirî destnîşan kir ku dewletên mezin û nakokiyên wan sedema vê aloziyê ne û rawestandina şer wekî çareseriyeke vê aloziyê diyar kir.

​​​​​​​Lûtkeya Avhewayê; di bin siya dewletên mezin ên sedema pirsgirêka avhewayê de
6 mijdar, 2022   03:25
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Li rex bi hezaran çalakvanên hawîrdorê ji seranserî cîhanê, rayedarên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî (NY) dê tev li lûtkeya evhewayê bibin.

197 dewlet dê beşdarî lûtkeyê bibin û dê guhertina avhewayê, hewldanên van dewletan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nîqaş bikin.

Lûtke beşek ji lihevkirina NYʹyê ya têkildarî guhertina avhewayê ye. Her wiha peymaneke navneteweyî ye ku piraniya dewletên cîhanê îmze kir da ku bandora tevgera mirovan li ser avhewayê sînordar bikin.

Hemwextî lidarxistina lûtkeyê, çalakvanên parastina hawîrdorê xwepêşandanan li dar dixin û bang li dewletên dewlemend dikin ku berdêla zirarên germbûna gerdûnî bidin xizanan.

TEVÎ PÊLÊN GERMAHIYÊ Û KARESATAN JÎ SEROKÊN DEWLETAN LI PEY BERJEWENDIYAN IN

Çalakvanên avhewayê û jîngehparêz destnîşan dikin ku dewletên mezin dibin sedema aloziyên avhewayê, belavbûna diyardeya germbûna gerdûnî, heta ku li ser hesabê mirovan û hawîrdorê dixwazin qezencê bi dest bixin.

Ji ber guhertina avhewayê, pêlên germahiyê, hişkesalî lehî û bahoz zêde dibin. Komîteya Têkildarî Guhertina Avhewayê ya Navneteweyî (IPCC) îşaret pê dike ku hejmara pêlên germê, ji 1920`an ve zêde bûne. Hejmara êvarên germ li seranserî cîhanê zêde bûye.

Êdî li gelek deverên cîhanê baran zêde dibare. Li gorî gelek lêkolînan, di navbera salên 1900ʹî û 2005`an de li hin deverên Amerîka Başûr û ya Bakur, Ewropa û Asyayê jî barîna baranê bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Li beşên din jî, hişkesalî zêde bûye û barîna baranê li herêma Kendav û Deryaya Spî, Afrîkaya Başûr, başûrê Asyayê kêm bûye. Li gorî daneyên IPCCʹê, ji salên 1970`yî ve hejmara herêmên hişkesaliyê bandor lê kiriye, zêde bûye.

Ji dema lidarxistina Lûtkeya Cîhanê ya Rio de Janeiroyê (1992), piraniya dewletên cîhanê, biryar da ku rê li pêşiya vê pirsgirêkê bigirin. Lê ev biryar, mîna hibra li ser kaxizê ma. Ji ber lêçûna pêkanîna wan biryaran gelek e. Nexasim ji bo dewletên pîşeyî ku di radeya yekemîn de gerestêrkê qirêjî dikin, ji ber hesabên hundirîn û derve yên wan dewletan hene.

NÊRÎNA RÊBER OCALAN A DER BARÊ ÇARESERIYÊ DE

Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, gelek çareserî danîn. Rêber Ocalan di pirtûka pêncemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de ya bi navê ʹPirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîkʹ de dibêje: “Sîstema ekonomiya neteweya demokratîk hem van pêkanînên hovane radiwestîne, hem jî kontrola civakê ya li ser ekonomiyê ji nû ve pêk tîne. Di navbera netewedewlet û neteweya demokratîk de bi kêmanî li ser xweseriya ekonomiyê lihevkirin çêdibe; lihevkirinek an çareseriyeke di bin vê re, dê bê maneya teslîmiyetê û maneya ‘tune bibe’."

Her wiha dibêje: "Xweseriya ekonomîk bi ruhekî tam ê seferberiyê li dijî erozyon û bêdaristanîbûnê ku dijminê mezin ê civak û zindiyan in, radiweste. Parastina axê û bi daristankirina dewrûberê weke cureyekî herî pîroz ê kedê îlan dike û xebatên di van her du qadan de têrê dike ku bêkarmayîna sedsalan ji holê rake. Çawa ku di netewedewletê de ji bo daneheva sermaye û karê qada herî pîroz a xebatê qada kara herî zêde ye, li cem neteweya demokratîk jî xebatên ji bo daristanan, erd û zeviyan qadên herî pîroz in ku xebatên di vî warî de tevahiya dîrokê civak li ser pêyan girtine. Bêyî kapîtalîzm û endustriyalîzmê civak dikarin jiyana xwe dewam bikin; lê erd û daristan nebin jiyana civakî nikare dewam bike."

ŞERÊ LI HEMBERÎ JÎNGEHÊ

/kr/uploads/files/2022/11/05/161712_1.webp

Şêwirmendê hawîrdorê yê berê yê hikumeta Misirê endezyar Husam Miherem diyar kir ku nakokiya siyasî û şaristanî diyardeyeke mirovî ye ku ji destpêka dîrokê ve heye û di encama berjewendî, nêrîn û çandan de, derdikeve.

Miherem wiha ji ajansa me re axivî: “Ev nakokî girêdayî dem û cih e. Dewlet, teknolojiya herî pêşketî nakokiyên leşkerî û îstixbaratî bi kar tîne. Ji ber wê û ji ber nakokiya tund û pêşbirga çekdarbûnê di navbera hêzên mezin de, teknolojiya leşkerî her tim lokomotîva pêşketina teknolojî di dewletên pêşketî de ye ku teknolojiyê hildiberînin.”

Miherem wiha domand: “Piraniya çek û cebilxane bandor li hawîrdorê dike. Ji wê zêdetir hinek cure çek li ser esasê ku ziyan bigihînin hawirdora dijberên xwe hatin çêkirin, an jî hin operasyonên îstixbaratî yên aborî û zanistî hatine çêkirin da ku milkiyeta fikrî ya hin cure şînatiyan yan jî sewalan bidizin, ji ber ku wêneyek ji wêneyên berhemên neteweyî tê hesibandin.”

Miherem destnîşan kir ku ev cure şer li ser pêşeroja jiyanê li ser vê gerestêrkê xetere ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber dewletên mezin ji bo pêşxistina cureyên çekan û xirabkirina herî mezin di pêşbirkê de ne. Ev yek zirarê dide aborî, civak û tenduristiyê, ne tenê li ser dewletê ku rastî êrişê hatiye lê belê li ser cîhanê bi giştî. Pir zehmet e bikarhênerên van çekan û şeran bi van ziraran bihesin, ji ber serdestiya aliyên siyasî û leşkerî li ser zîhniyeta biryarderiyê li welatên ku van operasyonên leşkerî û îstixbaratî dikin.”

Miherem diyar kir ku ev têkiliyek di navbera şerên hawîrdorê û guhertina avhewayê de heye û got: "Di encama van şerên leşkerî û îstixbaratî de jîngeh wêran dibe. Mînakên vê yekê şewitandina bîrên petrolê li Kiwêtê di şerê kendavê de, beriya çend rojan di aloziya Rûsya û Ewropayê de xeta gazê hat wêrankirin."

‘HERÎ ZÊDE ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZIRARÊ DIBÎNE Û DAGIRKERIYA TIRK ALOZIYÊ GIRANTIR DIKE’

Li gel hişyariyên ji ber berdewamkirina şer û nakokiyan di kûrtkirina aloziya avhewayê de, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûr Kurdistanê didomîne. Li rex wê jî, hişkesalî dibe sedem ku av li Sûriyê û Iraqê kêm bibe.

Di sala borî de beriya lûtkeya avhewayê ya berê ku li Glasgow li dar ketiye, rêxistina têkildarî kar û barên hawîrdorê li cîhanê Berkeley Earth îşaret bi zêdebûna germahiyê li Iraqê û rojhilatê Sûriyê kir û got germahî 4.1 pile zêde bûye û tê wateya ku ev pile li vê herêmê her sal bi heman rêjeyî zêde bibe. Li gel ku rêjeya xwezayî ya bilindbûna germahiyê li seranserî cîhanê 1.5 e.

Li gorî rojnameya Washington Post, Iraq û rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî zêde guhertina avhewayê bandor lê kiriye. Ev tê wateya ku li van herêman ewlehiya avî û xwarinê tune ne, ji ber ku piraniya herêmên çandiniyê piştî salekê wê bor bin û her wiha wê jiyan li wan herêman jî dijwar be.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Sûriyê pakêta xwarinê ye û li cîhanê ya herî zêde ye ku ji ber hişkesalî û kêmbûna avê ziyan dîtine.

Ruxmî ku cîhan ji encamên aloziya avhewayê bi fikar e lê serokê dewleta dagirker, berjewendiyên taybet ên welatê xwe dide pêş. Erdogan bi hiceta ku daxwazên ewlehiyê yên welatê wî pêk nehatin, sala borî tevlêbûna di lûtkeya avhewayê de red kir.

‘DEMOKRASÎ ÇARESERÎ YE’

Şêwirmendê berê yê hikumeta Misirê Husam Miherem diyar kir ku belavbûna demokrasiyê li cîhanê, ji bo kêmkirina bandora van şeran, şertek e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber pergalên zordest li ser gendelî, rêveberiya nebaş û nezaniyê ava dibin, timaker derfetên hawîrdorî, zanistî, aborî û siyasî ji xwe re rewa dikin da ku berjeweniyên xwe pêk bînin. Her wiha şaştiyên stratejîk û taktîkî dikin. Di encamê de gelên wê zirar ji vê lawazbûnê û rêveberiya nebaş dibînin. Lê, hevsengiya di têkiliyên navneteweyî de, dê dewletên zirar dîtine, bikaribin berjewendiyên xwe yên hawîrdorê biparêzin.”

Miherem destnîşan kir ku belavbûna demokrasiyê li cîhanê û aqilmendiya hikumetên demokratîk di siyasetên xwe yên derve de û jêhatîbûna wê di parastina berhemên wê û hawîrdorê de dê rolek di kêmkirina vê diyardeyê de bilîze û wan ji şeran dûr bixe.

Miherem bal kişand ser pêwîstiya pêkanîna aştiya cîhanî û got: “Ev aştî qet pêk nayê, ji ber em ne di utopyayê de ne. Lê em dikarin asta nakokiyê kêm bikin. Dema demokrasî û aştiya civakî li ser asta welat û herêmî pêk were wê demê wê parastina hawîrdorê û geşpêdana domdar a adil yek ji berhemên wê be.”

ASTENGIYA HERÎ MEZIN

/kr/uploads/files/2022/11/05/161728_-1.webp

Gerînendeyê rêveber ê Navenda Agahiyên Guhertina Avhewayê ya Wezareta Çandiniyê ya Misirê Dr. Haşim Fedil got astengiyeke herî mezin a mirovahiyê jî guhertina avhewayê ye.

Haşim wiha ji ajansa me re axivî: “Guhertina avhewayê tê wateya ku pirsgirêk di hevsengiya xwezayê de ya ku xweda xweşik afirandiye heye. Sedema vê guhertinê destwerdana mirov û çalakiyên cûda ne."

Haşim wiha domand: “Ji ber zêdebûna hejmara niştecihan li cîhanê, di radeya yekemîn de daxwaza xwarina zêde, pîşeyan û gelek pêdiviyên jiyanî zêde dibe. Li beramberî wê çalakiyên zêde yên ku di encamê de gelek cure gaz derketine, dibin sedema diyardeya germbûna erdê û di encamê de avhewayê tê guhertin."

Haşim anî ziman ku rêjeya gazên dibin sedema germbûnê di atmosferê de gihaştiye radeyên rakorê û got: “Hîna zêde dibin. Tê payîn ku li cîhanê 5 salên herî germ çêbin. Yanî cîhan dûrî rêya rast e ku armancên li ser hatiya lihevkirin pêk bînin, bilindbûna germahiyê kêm di radeyekê de bihêlin.”

Dr. Haşim diyar kir ku sala dawîn awarte bûye û got: "Ji ber pandemiya Koronayê li seranserî cîhanê jiyan guherî, di heman demê de bikaranîna berhemên erdê û tevliheviya avhewayê bê navber berdewam kir. Êdî ji her demê bêtir diyar bûye ku pêwîstiya me bi gavên giştî û paqij hene da ku aloziya avhewayê çareser bikin û geşepêdaneke domdar pêk bînin.”

Haşim destnîşan kir ku divê cîhan, saxbûna ji pandemiyê bi kar bîne da ku pêşerojeke baştir ava bibe û got pêwîstiya hemûyan bi zanînên zanistî, hevgirtin û çareseriyan heye.

TEDBÎRÊN LEZGÎN

Haşim diyar kir ku mimkun e rê li pêşiya gazên ku zirarê didin avhewayê bê girtin û got: “Divê tedbîr bilez û hevgirtî ji aliyê hemû welatan ve di hemû qadan de bên girtin. Çareseriyên fenî û aborî yên kêrhatî hene ku dikarin bibin beşek ji karînên cîhanê heta asteke kin. Ev çareserî bi rêya firehkirina çarçoveya siyastên kêrhatî pêkan e, bi taybet di mijarên girêdayî enerjiya nûjen, bikaranîna amûrên veguhastinê yên kêmkarbondîoksîd, rawestandina hêdî ya derxistina komirê.”

Li gorî Haşim divê çarseriyên teknolojî yên nû piştî 2030`yan bên dîtin û şêwezarên xerçkirinê di hemû astan de werin guhertin.

(şx)

ANHA