Ji ber êrişên dewleta Tirk cotkarên Minbicê nikarin zeytûnên xwe berhev bikin

Ji ber ku bajarê Minbicê nêzî herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin û rojane tên topbarankirin, cotkarên Minbicê ditirsin ku nikarin berhemên xwe berhev bikin. Li gorî amarên Komîteya Çandiniyê, zeviyên çandiniyê bi dirêjahiya 65 kîlometre û firehiya 4 kîlometre, li kêleka deverên dagirkirî hene.

Ji ber êrişên dewleta Tirk cotkarên Minbicê nikarin zeytûnên xwe berhev bikin
4 mijdar, 2022   07:45
MINBIC -ŞÊRÎN SERXAN

Bi nêzîkbûna berhevkirina zeytûnan re, êş û tirsa cotkaran dîsa nû dibe. Cotkar ditirsin ku nikarin berhemên xwe yên salane ji zeviyên li kêleka herêmên dagirkirî berhev bikin. Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê, wan herêm û zeviyan topbaran dikin.

Hema hema rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin. Di encamê de qurbanî çêdibin û ziyanên madî yên mezin dighêje mal û milkên welatiyan. 

Li gorî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê, rûbera zeviyên çandiniyê yên ku îsal hatine çandin, gihîştiye 55 hezar û 696 hektarî. Ew bi cûreyên cuda yên çandiniyê û di asta yekem de bi darên "zeytûn û fisteq helebî" hatine çandin. Minbic û gundewarên wê bi çandina darên zeytûn, fisteq helebî, hinar û tirî navdar e.

LI GUNDÊN BI SER ENIYÊN ŞER ÊN MINBICÊ VE TIRS HEYE

Cotkar Tamir El Tamir ê ji gundê Dendeniyê yê bakurÊ rojavayê Minbicê wiha behsa topbarana domdar a dewleta Tirk li ser zevî û gundewarên bakurê Minbicê kir û got: "Dagirkeriya Tirk rasterast zeviyên me bi top û hawinan dike hedef, ev jî dibe sedema şewtandina darên me."

El Tamir wiha domand: "Topbarana dawî bû sedema şewtandina 50 hektar ji zeviyên şêniyên gundê Dendeniyê ku bi zeytûn û fisteqên helebî hatibû çandin."

El Tamir xwediyê 5 hezar darên zeytûnê û fisteqên helebî ye û li qadeke 7 hektarî hatiye çandi. Lê ji ber êriş û topên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikare zeviyên xwe ji giya paqij bike û cot bike. El Tamir wiha pê de çû: "Eger zevî ji giyayên bizirar neyên paqijkirin û ew giya pir dibe û yekser rûbirûyî şewitandinê ye û dê bi xwe re daran bişewtîne."

EL Tamir bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên wan û wiha li gotina xwe zêde kir: "Em ji ber topbarana dewleta Tirk a li ser gund, ditirsin ku em îsal nikarin berhemên xwe berhev bikin. Bêyî hişyarî, mal û zeviyên me rasterast dike hedef. "

Li gorî cotkar Tamir El Tamir, debara 74 malbatên gundê Dendeniyê li ser berhemên xwe yên darên zeytûn û fisteq helebî dijîn.

HEMÛ DARÊN ME YÊN NÊZÎ ENIYÊN ŞER DI BIN GEFA TELEFBÛNÊ DE NE

Cotkar Casim Mehmûd jî heman êşa Tamir û cotkarên gundewarên bakur û rojavayê Minbicê dikişîne. Zeviya wî jî li gundewarê rojavayê Minbicê ye û 500 darên zeytûnan lê çandiye. Bi rêya vê zeviyê sê malbatan xwedî dike. Zeviyê Casim Mehmûd li nêzî herêmên ku artêşa Tirk a dagirker di 2016'an de dagir kirine.

Mehmûd jî tirsa xwe ya li ser mewsima xwe ku hemwextî topbarana dewleta Tirk a li ser wan gund û zeviyan e wiha anî ziman: "Bi awayekî domdar em rastî topbarana dewleta Tirk tên. Di encama topbaranê de jî ziyanên madî û mirovî çêdibin. Her wiha dibe sedema şewatê li nav zeviyên me yên çandiniyê yên nêzî eniyên şer."

Cotkar Casim Mehmûd ji ber ku nikare bi awayekî daîmî bigihêje dar û zeviyê xwe, ditirse ku ew zirarê bibînin. Mehmûd wiha pê de çû: "Em nikarin bighêjin zeviyên xwe. Her ku em nêzî zeviyan dibin da ku em wan av bidin an jî ha jê hebin, em tên hedefgirtin. Hemû darên me ji ber ku nayên avdan û em nikarin xwedî bikin, di bin gefa telefbûnê de ne. Eger rewş wiha bidome, wê rewşa me pir xirab bibe."

Yek ji rêveberên Komîteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Ehmed El Casim diyar kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî mezin bandor li rewşa çandinî û berhemên çandiniyê kiriye. Her wiha topbarana li ser zeviyan û derketina şewatê li nav wan, metirsî li cem cotkaran çêkiriye.

El Casim bêyî ku behsa rûberê bike, bal kişand ser ziyanên ku îsal ji ber topbarana li zeviyên çandiniyê çêbûne û wiha got: "Îsal li zeviyên çandiniyê yên nêzî eniyên şer, gelek caran şewat derket. Di encamê de zirareke mezin ji bo cotkaran çêbû û ziyaneke mezin gihişt darên wan."

Li gorî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê, zeviyên cotkarên bakur û rojavayê Minbicê, bi dirêjahiya 65 km û kêmberiya 4 km li kêleka herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne.

Ji bilî topbarana rasterast û armanckirina zeviyên çandiniyê, dewleta Tirk a dagirker bi girtina ava çemê Firatê ji axa Sûriyê jî, ziyanek mezin gihandiye qada çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(hs)

ANHA