ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2022ʹYAN
21 cotmeh, 2022   23:00

-Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Zirganê didomin. Ev êriş ji bo valakirina navçeyê pêk tên, lê şênî bi israr in ku tevî şert û mercên dijwar jî jiyana xwe li ser xaka xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla şermezar kirin. Welatiyan diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan tên meşandin, dê li kêleka gerîla bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Enstîtuya Lêkolînan a Kurdî Nîhad El Qadî têkildarî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî ku li dijî Kurdan bi kar tîne got, dema ku çekên kîmyewî li dijî Kurdan tên bikaranîn civata navneteweyî, qanûn û rêxistinên wê kor, kerr û lal dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şehîd Yilmaz ê li ser banga rizgariya welat kete ser rêya têkoşînê û şehîd bû, ne navê wî û ne jî çeka wî li erdê ma. Têkoşîna azadiyê ya Yilmaz heta serketinê wê bidome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi diuşmeya "Pirtûk samanê cîhanê ye" 6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tomargeha Felek a bi destê hunermedê nemir Mihemed Şêxo hatibû vekirin, piştî çend salan ji girtinê îro careke din bi destê birayê Mihemed Şêxo ve tê vekirin . (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Herêma Firatê heta niha bêhtirî hezar ton tovên genim li cotkaran belav kir, belavkirin li gor plansaziyan hatiye diyarkirin, didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA