Gundê Dada Ebdal ê Zirganê tê topbarankirin

Gundê Dada Ebdal ê bakurê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê di van kêliyan de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin.

Gundê Dada Ebdal ê Zirganê tê topbarankirin
9 cotmeh, 2022   12:27
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dada Ebdal ê bakurê Zirganê topbaran dikin.

Ji destpêka meha Cotmehê ve êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeyên Zirgan û Til Temirê zêde bûne, di encamê de 5 welatî birîndar bûne û zirarên mezin di mal û milkên welatiyan de çêbûne.

ANHA