​​​​​​​QSD`ê çeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê girt

QSD`ê li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt. Her wiha QSD`ê destnîşan kir ku dê erkên wan ji bo sepandina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.

​​​​​​​QSD`ê çeteyekî DAIŞ`ê li Reqayê girt
8 cotmeh, 2022   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û tê de ragihand ku çeteyek DAIŞ`ê li Reqayê hatiye girtin.

Daxuyaniya navendê wiha ye:

“Yekîneyên Taybet ên QSD`ê li Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt ku destê wî di hêsankirina tevgerên şaneyên DAIŞ`ê li herêmê de heye û ji wan re desteka lojistîk û pere peyda dike. 

Operasyon li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê li dar ket. Gelek belgeyên sexte û amûrên peywendiyan pê re hatin girtin.

Di çend rojên dawîn de hêzên me operasyonên berfireh li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Dêrazor, Reqa û Hesekê li dar xistin. Tê de gelek çete û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Hêzên me dê erkên xwe ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê bidomîne.”

ANHA