Komîteya Koçberên Serêkaniyê hemleya "Vegera ewle mafekî rewa ye" ragihand

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi rêya hemleya "Vegera ewle mafekî rewa ye" civata navneteweyê ya ku li hember koçberên berpirsiyariyên xwe pêk nayîne, rexne kir û bang lê kir ku dagirkeriya Tirk bi dawî bike û vegera ewle ya koçberan misoger bike.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê hemleya "Vegera ewle mafekî rewa ye" ragihand
8 cotmeh, 2022   10:39
HESEKÊ

Sibê (9’ê Cotmehê) salvegera sêyemîn a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye. Ji bo balkişandina ser bûyerên li Serêkaniyê ya dagirkirî diqewimin, Komîteya Koçerên Serêkaniyê bi dirûşma "Vegera ewle mafekî rewa ye" bi civîneke çapemeniyê li hundirê kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê hemleyek ragihand.

Di civîna çapemeniyê de bi dehan koçberên Serêkaniyê, endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê amade bûn. Di civînê de daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî hate dayîn. Berdevka Komîteya Koçberên Serêkaniyê Nûra Nezîr bi zimanê erebî û berdevkê komîteyê Mehmûd Cemîl bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku 3 sal di ser dagirkia Serêkaniyê re derbas bûn û koçber li benda vegereke ewle ya bêdagirkerî ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê Serêkaniyê derbasî sala xwe ya çaran dibe ku bajarê wan di bin dagirkeriya dewlet Tirk û desthilata Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê de ye. Her wiha binpêkirina mafên mirovan, dizî, talankirin, binçavkirina mirovan, destdanîna ser mal û milkên koçberan û bicîkirina malbatan ji herêmên cuda yên Sûriyê û derveyî Sûriyê di malên niştecihên Serêkaniyê de dewam dike.”

Daxuyaniyê bal kişand ser rewşa şeniyên Serêkaniyê piştî ku ji ber dagirkeriyê koçber bûn û hate gotin: “Vê dagirkeriyê ku miletê me bi hemû pêkhateyên xwe xist rewşeke xirab. Ew komên çekdar ji bilî xirabî, tevlihevî û tirsê tiştekî ji wan re naynin. Ji ber vê yekê biryara herî biêş û zehmet dan ku  dûrî welatê xwe bikevin û ji bo parastina rûmet, rih û canê xwe koçeberî û xerîbî qebûl kirin.

Her wiha hate gotin: “Em wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxwaza me ji civaka navdewletî bi erkên xwe rabe da ku aramiya navneteweyî û parastina sivîlan pêk bînin, her wiha çareserî ji bo Sûriyê bi giştî û bi taybet ji bo bajarên dagirkirî û rewşa koçberan bibînin û biryareke cidî were dayîn ku koçberan vegerînin bajarê wan.

Çareseriya bajarê Serêkaniyê û bajarên dagirkirî û dûrbûna dewleta Tirk ji krîza Sûriyê wek destpêkirina pêkanîna aramiyê li Sûriyê û avakirina baweriyê di navbera gelê Sûriyê de, her wiha piştgiriya mafê niştecihên resen ji bo vegera wan li ser mal û milkên xwe û çewisandina plana guhertina demografîk di herêmê de ya ku dewlet Tirk pê radibe, wekî erkeke sereke bibînin.”

ANHA