Koçberên Girê Spî: Tiştê ku bi zorê hatiye standin, tenê bi zorê tê vegerandin

Bi nêzîkbûna salvegera 3'yemîn a dagirkirina Girê Spî re, koçberên Girê Spî bêdengiya navneteweyî ya li hember dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka wan şermezar kir û got, tiştê bi zorê hatiye standin, tenê bi zorê tê vegerandin.

Koçberên Girê Spî: Tiştê ku bi zorê hatiye standin, tenê bi zorê tê vegerandin
7 cotmeh, 2022   06:28
EYN ÎSA

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê perçeyên berferh ji Girê Spî dagir kir, zêdetirî 100 hezar ji şêniyên herêmê bi zorê koçber kirin û li bajarê Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav bûn. Her wiha 6 hezar û 450 ji koçber li kampa Girê Spî bi cih bûn ku Rêveberiya Xweser di 22'yê Mijdara 2019'an de li gundewarê bakur ê Reqayê ava kir.

Koçber ji ber kêmbûna derfetan û bêxemiya rêxistinên mirovî rewşên zehmet derbas dikin. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe pêwîstiyên sereke bê pere pêşkêşî wan dike û derfetên kar ji wan re peyda dike.

Koçber dibêjin ku civata navneteweyî rewşa wan û siyaseta dagirkeriyê di axên wan de paşguh dike ku temenê aloziyê dirêj dike. Her wiha diyar kir ku berxwedan rêya yekane ya rizgarkirinê ye.

Koçberê bi navê Ebdurehmen El Elo diyar kir ku dagirkeriya Tirk siyasetên xwe berdewam dike û tevahî cureyên sûc û planên mêtînger dimeşîne û siyaseta demografîk û tirkkirinê pêk tîne.  Her wiha herêmên dagirkirî kir çavkaniyê fikrên tundraw, da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

El Elo diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî mal û milkên şêniyan, berhemên çandiniyê û hwd talan dike û li dewleta Tirk difiroşin û got, divê ev kiryar were rawestîn û şermezarkirin.

El Elo bêdengiya navneteweyî ya li hember siyaseta dagirkeriyê û çeteyên wê li axên dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku wan berxwedan hilbijartî da ku herêmên dagirkirî rizgar bikin. Ebdurehman El Elo got: "Tişta bi zorê hatiye standin, tenê bi zorê tê vegerandin."

Ebdurezaq El Omer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ew ji axên wî koçber kirin û piştî demekî jî mala wî rûxandin. El Elo got: "Ev yek dê min ji vegera bêçare ya piştî têkçûna dagirkera Tirk dûr nexe."

El Omer wiha domand: ʹʹTiştê ku dagirker li dijî şêniyên ku li herêmên dagirkirî mane pêk tîne, îsbat dike ku ew dê zû têk biçe. Her wiha li wan herêman gelek xwepêşandan li dar ketin. Divê asta têkoşîn û berxwedanê were xurtkirin."

Ebdurezaq El Omer di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê civata navneteweyî li hember siyaseta dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ku li ber çareseriya aloziya Sûriye de bûye asteng, bê deng nemîne.

(dm)

ANHA