Di dema êrişa li dijî Nagîhan Akarsel de, Hakan Fîdan li Hewlêrê bû!

Hemwextî êrişa duh li dijî aktîvîsta Jineolojî Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê pêk hatî, misteşarê MÎT`ê Hakan Fîdan sardana Hewlêrê kir.

Di dema êrişa li dijî Nagîhan Akarsel de, Hakan Fîdan li Hewlêrê bû!
5 cotmeh, 2022   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Eniya Tirkmenan Hesen Turan li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku duh wana li Hewlêrê pêşwazî li misteşarê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan kirine.

Hesen Turan behsa naveroka civîn û sedema serdana Hakan Fîdan ya ji bo Hewlêr û hizba wan nekir.

Hêjayî gotinê ye duh çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel (nivîskar) ku di heman demê de endama Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ye di navbera saet 10-11’an de li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat. Nagîhan Akarsel di encama êrîşê şehîd bû.

Heman rojê duh balafirên dewleta Tirk a dagirker li nêzî navçeya Şarbajêr ya Silêmaniyê wesayîtek bombekir. Herwiha balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker duh bişev gundên Pênciwênê bombebaran kirin.