Girtiyên jin ji bo Jîna Emînî porên xwe birîn

Jinên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tên ragirtin ji bo qetilkirina Jîna Emînî şermezar bikin porê xwe birîn.

Girtiyên jin ji bo Jîna Emînî porên xwe birîn
30 îlon, 2022   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên di qawişa B-6 a Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya li Stenbolê de tên ragirtin, ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlakê” yên Îranê ve hate qetilkirin porê xwe birîn. Jinên ku ji bo piştevaniyê porê xwe birîn, berxwedana jinan a belavî cîhanê bû silav kir.

Jinan, porê xwe dan jinên ku di hevdîtina vekirî de çûne hevdîtina wan.