Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî li şûnwarên kevnar digere da ku bidize

Çavkaniyên ji Efrîna dagikirî ragihandin ku pisporên arkeolojiyê tevî rayedarên dewleta Tirk û endamên artêşa Tirk ketin Efrînê da ku li şûnwarên li herêmê digerin ji bo ku bidizin û bibin Tirkiyê.

Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî li şûnwarên kevnar digere da ku bidize
28 îlon, 2022   14:42
ŞEHBA

Çavkaniyên ji herêma Efrînê îro ragihand ku pisporên arkeolojiyê tevî rayedarên dewleta Tirk û endamên artêşa Tirk ber bi gola Meydankê ve çûn û bi cîhaz û amûrên pêşketî dest bi lêgerînê kir.

Lê der barê xebatên lêgerînê de tu agahiyên din bi bîr nexistin.

Ji 18`ê Adara 2018`an ve dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê kantona Efrîn dagir kir, zêdetirî 60 cihên arkeolojiyê rûxandine.

Di nav şûnwarên kevnar ên ku hatine wêrankirin de ya herî navdar, şûnwara Eyn Dara ya navçeya Şêrawa û Nebî Hûrî ku dewleta Tirk a dagirker  bermahiyên wê bi qaçaxî dizîn û mizgeftek lê ava kir û aliyên xwe li ser daliqand.

Li gorî qanûnên navneteweyî, guhertina mîrasê şaristaniyê yê gelekî, sûcek şer e. Lê rêxistin û hêzên navneteweyî bêdengiya xwe li hember van sûcan didomînin. Gel Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî vê bêdengiyê wek hevkariya bi dewleta Tirk re dibînin.

 (dm)

ANHA