​​​​​​​KNK: Rayedarên Ermen bersiv neda hewldanên me yên ji bo 2 gerîlayên radest kirine

KNK’ê da zanîn ku têkildarî her du gerîlayên ku Ermenistanê teslîmî dewleta Tirk kirine, bi rayedarên Ermen re têkilî danîne lê hewldanên wan bê bersiv mane. KNK’ê diyar kir ku “Rayedarên Ermenistanê bi rêya hinek kesan agahiyên nerast belav kirin û xwestin rê li ber dostan bidin windakirin.”

​​​​​​​KNK: Rayedarên Ermen bersiv neda hewldanên me yên ji bo 2 gerîlayên radest kirine
26 îlon, 2022   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî radestkirina 2 gerîlayan ji aliyê Ermeistanê ve li dewleta Tirk a dagirker, şermezar kir û bang li gelê Ermen kir ku li ber wê hikumeta rabe.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Du şervanên azadiyê yên Kurdistanê Leheng (Atîlla Çîçek) û Alîşêr (Huseyîn Yildirim), di meha Tebaxê ya sala 2021’î de li ser sînorê Ermenistanê rastî hêzên Ermen hatin. Ji bo pirsgirêkek dernekeve, bi awayekî dostane nêzîkê hêzên Ermen bûn. Hêzên Ermenistanê ew girtin û radestî dadgehê kirin. Dadgeha bilind a Ermenistanê roja 23’yê Sibata 2022an de, biryara berdana wan da. Pêwîst bû ku bihatana berdan lê îstixbarata Ermenistanê Leheng û Alîşêr ji zindanê derxistin û birin cihekî nediyar.

Piştî vê rewşê, rêxistin û kesayetên Kurd û dostên Kurdan, ketin nava tevgerê ku bi aqûbeta van şervanan bizanin û wan azad bikin. Hingê rewşa Leheng û Alîşêr, kete rojeva KNKê jî. Em jî wek KNK, bi peywendiyên xwe me diyalog danî û xwest ev şervan bên azadkirin. Rayedarên Ermenistanê, bi rêya hinek kesan agahiyên nerast belav kirin û xwestin rê li ber dostan bidin windakirin. Ji ber van sedeman lêgerîna me bê encam man.

Paşê derket holê ku hikûmeta Paşînyan bi dewleta Tirk re têkiliyên qirêj danîne, li ser van şervanan bazariyên neexlaqî û nemirovane kirine û ew radestê MÎT‘a Tirk kirine.

Îstixbarata Ermenistanê bi vê kiryara xwe ya qirêj, bûye wek şaxekî MÎT‘ê. Bi vê helwesta xwe ya kirêt û bêexlaq, hikûmeta Paşînyan li gelê Kurd, li gelê Ermen û li nirxên mirovahiyê xiyanet kiriye. Her wiha hikumeta Paşînyan bi vê helwestê, jenosîda 2015’an a li ser gelê Ermen erê kiriye û bûye hevkarê êrişker û dagirkerên Qerebaxê jî. Di heman demê de ev helwest, hewldana xerakirina pira dostaniyê ya di navbera gelên Kurd û Ermen de ye.

Bi vê minasebetê em hikumeta Ermenistanê bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Em bang li gelê Ermen dikin ku li ber vê hikumeta xayîn rabin, di zûtirên demê de desthilata Ermenistanê ji xayînan paqij bikin.”