Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir

Beriya çend kêliyan komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê dest pê kir.

Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
Komxebata parastina cewherî ya jinên ciwan li Hesekê dest pê kir
25 îlon, 2022   11:05
HESEKÊ

Bi beşdarbûna 60 jinên ciwan, endamên Kongra Star û şervanên YPJʹê, komxebata parastina cewherî ya Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdem a bajarê Hesekê dest pê kir.

Komxebat bi diruşmeya "Bi şerê gel ê şoreşgerî, jinên ciwan xwe diparêzin û tundî û dagirkeriyê têk dibinʹʹ, tê lidarxistin.

Di komxebatê de du mijarên sereke (parastina cewherî û girîngiya wê ji bo jinên ciwan û li dijî destdirêjî, tundî, êrişên li ser parastina cewherî, li dijî şixulandin û fihûşê û rêbazên çareseriyê) tên nîqaşkirin.

ANHA