PYD: Hêza me ya xweser mîsogeriya serkeftinê ye

PYDʹê salvegera 19ʹemîn a damezirandina xwe pîroz kir û girîngiya birêxistinkirina gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî destnîşan kir.

PYD: Hêza me ya xweser mîsogeriya serkeftinê ye
20 îlon, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 19ʹemîn a damezirandina xwe, peyamek weşand.

Peyama PYDʹê wiha ye:

“Bi boneya salvegera 19ʹemîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), em gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe yên leheng ên ku di xeta me ya têkoşînê de li pêşî bûn bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Her wiha em tevahî têkoşerên di nava refên partiya xwe de pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.

Bi vê wesîleyê careke din em li pêşiya gelê xwe sond dixwin ku em ê têkoşînê dewam bikin heta ku armancên ku em ji bo wê tê dikoşînin, anku mîsogeriya mafên gelê Kurd û avakirina Sûriyeke demokratîk, mîsoger bikin.

Partiya me li ser daxwaza gelê me ya têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî û misogeriya mafên wî yên rewa li Sûriyê hat avakirin. Partiya me xwe dispêre rêgeza neteweya demokratîk a ku hemû cureyên neteweperest, olperestî û zayendperestî red dike û ji bo ku ev armanc pêk werin, gelek fedakarî dan û roleke pêşeng di xurtkirina jiyana aşatiyane di navbera pêkhateyan de lîst.

Di aloziya Sûriyê de, partiya me stratejiya xeta sêyemîn di siyasetê de danî û xwe spart hêza xweser a gel a ku xizmeta ajnîdeyên derveyî berjewendiyên gelan û pêkhateyên Sûriyê nake. Di hemû pêvajoyan de û heta niha helwesta partiyê nîştimanî û demokratîk bû û di mercên zehmet de dev ji rêgezên xwe berneda û li hemberî hemû hewldanên hedefkirina yekitiya pêkhateyên herêmî sekinî.

Partiya me rola pêşeng di damezirandina Rêveberiya Xweser de pêk anîne. Ji sedên salan ve cara yekemîn e gel mafê xwe yê xwerêvebirinê bi dest dixîne. Ev rêveberî serketineke dîrokî ya mezin bû. Partî li hemberî hemû astengî û zehmetiyan sekinî û ev rêveberî parast. Em dixwazin teqez bikin ku ev hemû ked wê dewam bikin heta ku sîstemeke demokratîk were avakirin ku tevahî Sûriyê bigire nava xwe.

Partiya me ji destpêkê û heta niha, partiyeke rizgariyê ye. Di pêşxistina sîstema hevserokatiyê de û pêkanîna wekheviya zayendî di rêziknameya xwe de pêşeng bû. Me şerê hemû cûre tundiya li ser jinan û hemû cûreyên qirkirina jinan kir. Em teqez dikin ku em ê têkoşîna xwe dewam bikin û hemû hewldanên xwe bikin heta ku azadî û wekheviya zayendî pêk were, ji ber ku em vê yekê bawer in ku jina azad a rêxistinkirî mîsogeriya civakeke demokratîk e.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dema ku hêzên tundraw ên terorîst êriş anîn ser herêmên me, partiya me ji piştevanên yekemîn yên hêzên xweprastinê bû. Partiya me roleke sereke di hişyarkirin gel de list û rêya parastina xak û welat nîşanî wî de. Îro em dibînin ku xurtkirina hêzên parastinê û rêxistinkirina xweparastinê mijarekî girîng e ku nabe dest jê bê berdan. Ji bo ku em rûmet û pêşeroja xwe biparêzin divê her endamek partiya me bibe endamên Hêzên Parastina Civakî. Bi vê yekê wê rêxistinkirina gel li gorî şerê gel ê şoreşger erka me ya sereka ya merheleya bê be.

Destpêka aloziya Sûriyê, me teqez kir ku vebijêrka leşkerî tu çareseriyan bi xwe re nayne. Lê belê pêwîstiya me bi diyalog û çareseriya aştiyane ne. Me jî kedeke mezin di vî warî de da. Careke din em teqez dikin ku rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê çareseriya siyasî ya li ser bingehên demokratîk e. Xebatên me yên ji bo pêkanîna çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên li Sûriyê bi rêbazên aştiyane wê dewam bikin.

Wek partiyeke kurdistanî, em bi vê yekê bawer in ku yekitiya refa kurdî pirsgirêkeke stratejîk li hemberî xetereyên ku gelê me pê re rû bi rû ye. Her helwestek an tevkariyeke ku xizmeta dijmin dikeve, divê li hemberî wê were sekinandin, ji ber ku li ser doz û hebûna me xetere ye. Ji ber vê yekê em di girtina helwesteke neteweyî li hemberî hemû kesên ku di refa ajantiya bi dijmin re kar dikin, teredud nebûn. Em soz didin gelê xwe ku ji bo avakirina yekitiya neteweyî em ê hemû hewldanan bikin û em ê li hemberî her partî an jî hêzeke siyasî ku li dijî berjewendiyên gelê Kurd kar dikin, bisekinin.

Em di rewşeke şer de ne, gefên rasterast li ser me hene. Divê gelê me nas bike ku em tevahî zehmetiyan pê re parve dikin. Çawa me di mercên herî zehmet de derbas kirin, em ê di merheleyên bê de jî derbas bikin. Em careke din soz didin ku em ê kar bikin ku li gorî baweriya ku gel daye me bin û layîqî fedakariyên wê be. Em di wê baweriyê de ne ku hêza me ya xweser têrê dike ku serkeftinê mîsoger bike, divê em bi vîn û îsareke xurt di vê rêyê de dewam bikin.

Careke din bi wesîleya salvegera 19ʹemîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk we pîroz dikin û hêviya azadî, ewlehî û aştiyê dixwazin."

ANHA