Pêwîstiyên xwendinê li xwendekarên li kampan hatin belavkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê pêwîstiyên dibistanê li 6 hezar xwendekarên kampên koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Hesekê belav kirin.

Pêwîstiyên xwendinê li xwendekarên li kampan hatin belavkirin
18 îlon, 2022   12:39
HESEKÊ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro roja yekemîn a sala perwerdeyê ya 2022 û 2023ʹyan e û deriyên dibistanan li pêşiya xwendekaran hatin vekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê pêwîstiyên xwendinê li xwendekarên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî yên koçberên Serêkaniyê yên Hesekê belav kirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl çavdêriya xebatên belavkirinê kir. Pêwîstiyên ku hatine belavkirin ji pênûs, lênûs û rengan pêk dihat.

Tevî mercên zehmet û êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, lê proseya perwerdeyê dewam dike.

Rohat Xelîl ji ANHAʹyê re axivî û got: ʹʹTevî mercên zehmet û bê istiqrara herêmê, lê Desteya Perwerde û Fêrkirinê tevahî amadekariyên vekirina dibistanan kirine û mercên fêrbûnê ji zarokên herêmê re peyda kir."

ANHA