​​​​​​​Ermenistan: Hêzên Azerbeycanê îro dîsa êriş kirin

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand ku Azerbeycan hîna êrişên li dijî xaka wan didomîne û vê sibehê bi çekên giran topbaran hatiye kirin.

​​​​​​​Ermenistan: Hêzên Azerbeycanê îro dîsa êriş kirin
14 îlon, 2022   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Tas a Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê da zanîn ku hêzên Azerbeycanê vê sibehê bi topavêj û hewanan û cureyên din ên çekan gelek eniyên li ser sînor topbaran kirine.

Wezaretê destnîşan kir ku rewşa li ser sînorê Ermenistan-Azerbeycanê şeva din aloz bû û hêzên Azerbeycanê li derdora bajarokê Cêrmûk balafirên bêmirov bi kar anîne.

Êrîvanê duh jî ragihandibû ku sêşemê li ser sînorê Ermenistan-Azerbeycanê şer derketiye û piştrast kir ku hêzên Bakuyê hewl didin li axa Ermenistanê bi pêş bikevin û di encamê de 49 leşkerên Ermenistanê hatine kuştin.