​​​​​​​Ferhad Şamî: Hîna ji bo diyarkirina bidawîbûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê zû ye

Ferhad Şamî got "Pir zû ye ku em dema bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê diyar bikin.” Şamî destnîşan kir ku pêngavê hêza şaneyan têk bir û bandora jinên “El Hesbê” li kampê qels kir.

​​​​​​​Ferhad Şamî: Hîna ji bo diyarkirina bidawîbûna Pêngava Mirovî û Ewlehiyê zû ye
14 îlon, 2022   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî ji ajansa ANHA’yê re têkildarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê axivî.

Şamî got: “Zehmet e û pir zû ye em dema bidawîbûna qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya ji bo jihevxistina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê, diyar bikin. Operasyon li gorî planê berdewam e û dê heta pêkanîna armancên xwe dewam bike."

Şamî wiha bi dawî kir: "Operasyonê kapasîteyên endamên şaneyên DAIŞ’ê li kampê lawaz kir, her wiha bandora jinên El Hesbê li ser niştecihan kêm kir. Lê divê em wan bi temamî rakin. Ev erk dikeve ser milê civata navneteweyî ku li benda bersivdayîna wan in da ku pirsgirêka welatiyên xwe yên li kampê çareser bikin."

ANHA