Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê: Em soza tolhildanê û dawîkirina dagirkeriya Tirk didin

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyekê soza tolhildanê û dawîkirina hebûna dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê dan û destnîşan kirin ku ew ê heta bidestxistina serkeftinê û dawîkirina dagirkerî û xiyanetê têkoşînê bidomînin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê: Em soza tolhildanê û dawîkirina dagirkeriya Tirk didin
9 îlon, 2022   19:13
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) çalakiyek li dar xist, tê de bi dehan endamên yekitiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê beşdar bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan, Hêva Bekir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xiyaneta PDK’ê, hatin şermezarkirin û hate gotin “Em ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê re dibêjin hûn nikarin xeta berxwedanê bidin rawestandin, hûn bikarin bi planên xwe yên qirêj îradeya gerîlayên ku fikr û felsefeya rêber Ocalan ji xwe re esas girtine têk bibin.”

Yekitiya Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildan û dawîkirina xiyanetê da û teqezî bi domandina têkoşînê heta bidestxistina serkeftinê û dawîkirina dagirkeriyê li Kurdistanê, kir.

(mh)

ANHA