Stasyona kehrebeyê ya Til Temirê ji ber êrişan dîsa sekinî

Stasyona kehrebeyê ya navçeya Til Temirê îro ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê dîsa sekinî.

Stasyona kehrebeyê ya Til Temirê ji ber êrişan dîsa sekinî
7 îlon, 2022   11:51
HESEKÊ

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê stasyona kehrebeyê ya Til Temirê nema dixebite.

Ji destpêka dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Serêkaniyê dagir kir, zêdetirî 20 caran stasyona kehrebeyê sekiniye.

Îro artêşa Tirk a dagirker gundewarên bakur û rojavayê Til Temirê, gundên El Ebûş, Til Şenan ê Asûriyan, Micêbire, Derdara yên li bakurê Til Temirê, El Ebûş, gundên Til Tewîl, Til Cume ê Asûriyan ê li rojavayê navçeyê topbaran kirin.

(eh)

ANHA