​​​​​​​SOHR: Kesên nenas êriş bir ser şaxê 'Ewlehiya Leşkerî’ ya li Siwêdayê

Komeke nenas bi RPG’yan êriş bir ser derdora şaxê ‘Ewlehiya Leşkerî’ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê ya li bajarê Siwêdayê û di navbera her du aliyan de şer rû da.

​​​​​​​SOHR: Kesên nenas êriş bir ser şaxê 'Ewlehiya Leşkerî’ ya li Siwêdayê
5 îlon, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas bi RPG’yan êrişî derdora şaxê ‘Ewlehiya Leşkerî’ ya hêzên hikumeta Şamê ya li naverasta bajarê Siwêdayê kir. Piştre di navbera her du aliyan de şer derket û êrişkar reviyan. Agahî der barê kuştî û birîndaran de nehatin zanîn.

Roja sêşemê 30'ê Tebaxa borî, li bajarokê Qenewat a Dêraozrê alozî di navbera komên xwecih û komên ku desteka xwe ji Hizbullah û hikumeta Şamê digirin derket. Koma xwecih ya ‘Tevgera Rîcal El Kerama’ bi desteka şêniyan operasyona serdegirtinê li dijî fermandar û endamên ‘Hêzên Fehed’ ên ku desteka xwe ji Hizbullah û şaxê Ewlehiya Leşkerî digirin, pêk anî.

Ev bûyer piştî serbestberdana fermandarê Hêzên Fehed S.H. ji aliyê koma ‘Lîwa Cebel’ a xwecih ve û bi daxwaza aliyên olî, di serî de serokatiya ruhî ya taîfeya durziyan rû da.

Li gorî SOHR'ê, Tevgera Rîcal El Kerama derdora mala fermadnar S.H. dorpêç kir û bang lê kir ku xwe radest bike. Her wiha bang li şêniyan kir ku heta bidawîbûna operaysonê di mal de bimînin. Tevgerê diyar kir ku kesên destê wan di rijandina xwînê de hene dê bê hesab nemînin.

Li gorî şêniyan Hêzên Fehed sûc li dijî şêniyên Siwêdayê pêk anîn û girêdayî hêzên ‘Racî Felhût’ in ku desteka xwe ji Hizbullahê û şaxê Ewlehiya Leşkerî digire.