Çalakvaneke sûrî behsa girîngiya komxebatên şêwirê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir

Çalakvana sûrî Yasmîn Eyniye der barê tevlêbûna xwe ya Komxebata Şêwirê ya li Reqayê de got: “Bi rêya mîna van komxebatan, ji bo nêzîkirina nêrînan kar tê kirin. Her wiha ji bo gihîştina nêrînên hevbeş ku ji bo sûriyan girîng in bi taybet li ser asta dozên bingehîn, xebat tê kirin.”

Çalakvaneke sûrî behsa girîngiya komxebatên şêwirê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir
4 îlon, 2022   06:36
REQA

Çalakvana sûrî Yasmîn Eyniye ya ji gundewarê Şamê hatî, tev li Komxebata Şêwirê ya Reqayê bû ku di 2-3`yê Îlonê de li Hola Mişwar a Reqayê bi tevlêbûna 50 nûnerên kesayetên nîştimanî, partî, hiqûqnas û rêxistinên civaka sivîl li dar ketiye.

Di komxebatê de, sê mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin ku wiha bûn; rewşên siyasî bi giştî, girîngiya nenavendîbûnê, nasnameya nîştimanî da ku bibe bingeha çareseriya siyasî li Sûriyê û pêkanîna demokratiyê û nenavendîbûnê.

Têkildarî komxebatê û girîngiya lidarxistina mîna van komxebatan di çarçoveya hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyê de, Yasmîn Eyniye ji ajansa me re axivî.

Yasîm Eyniye got: “Di komxebatê de gelek xal û pêşniyarên ji bo sûriyan girîng in hatin nîqaşkirin. Li ser van mijaran xebat hat kirin ku ji bo beşdaran girîng in, da ku bigihêjin çareseriyeke siyasî ya sûrî-sûrî û aliyên sûrî piştgiriya wê bikin.”

Têkildarî girîngiya komxebatê, Yasmîn Eniye got: “Helbet yek ji sedemên aloziya Sûriyan neguhdarkirna aliyê din û nebûna diyalog, nîqaş û xurtkirina xîtabê kînê ye. Bi rêya mîna van komxebatan, li ser nêzîkirina nêrînên hevbeş xebat tên kirin ku ji bo sûriyan di hemû aliyan de bi taybet li ser asta dozên bingehîn gelek girîng in. Yanî li ser dîtina çareseriyan ku li gorî hemû beşên civaka Sûriyê ne û ji bo berjewendiya giştî ye, kar tê kirin.”

Tê destnîşankirin ku Komxebata Şêwirê ya Reqayê, komxebata sêyemîn e ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê ve hatiya lidarxistin.

Beriya wê jî, komîteyê di 13-14`ê Kanûna 2021`an de li bajarê Stokholm ê Swêdê bi koordîneya Wezareta Karên Derve ya Swêdê û Navenda Olfa Palma ya Aştî û Demokratiyê Komxebata Şêwirê ya Stokholmê li dar xist. Komxebata duyemîn jî li heman bajarî di 9 û 10`ê Nîsana borî de li dar xist.

Komîteyê Komxebata Yekemîn li Sûriyê li bajarê Helebê bû ku di 5`ê Tebaxê de li dar xist. Li gorî endamê Komîteya Amadekar Elî Rehmûn komîte di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Kongreya Giştî ya Hêz û Kesayetên Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê de, amadekariyan dikin ku komxebateke din li Qamişlo û li bajarê Brukselê dawiya vê mehê li dar bixe.

(dm)

ANHA