Pêngava Mirovî û Ewlehiyê; di hefteyekê de çi qewimî?

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hefteyek li pey xwe hişt. Di nava 7 rojan de gelek çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê hatin girtin, belgeyên ku têkiliyên xurt ên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker de piştrast dikin, cilên artêşa Tirk, tunel, çek û amûrên qetilkirinê hatin dîtin.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê; di hefteyekê de çi qewimî?
1 îlon, 2022   11:22
HESEKÊ – EHMED SEMÎR – CÎHAN BÎLGÎN

Bi gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re sûcên qetilkirinê jî li Kampa Holê zêde bûn. Metirsî hene ku çeteyên DAIŞ'ê careke din li herêmê bi tevger bibin ku bingeha wan ji Kampa Holê dest pê bike.

Kampa Holê kampa herî xeternak a cîhanê ye. Kamp ji 9 beşan sereke pêk tê ku zêdetirî 54 hezar û 390 kes (welatiyên sûrî, penaberên Iraqê, zarok û hevjînên çeteyên DAIŞ'ê) lê bi cih bûne.

Destpêka îsal, sûcên qetilkirin, tundî û alozî li Kampa Holê ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve zêde bûn ku tirs xistiye nav niştecihên kampê. Ji destpêka îsla ve, şaneyên DAIŞ'ê 43 êriş pêk anîne, 44 kes qetil kirine ku di nav de jin û zarok jî hene û cenazeyên wan diavêtin kenalên kanalîzasyonê da ku şopên sûcên xwe veşêrin. Di van sûcan de demançeyên bêdeng û alavên tûj bi kar dianîn.

25'ê Tebaxa borî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi civîneke çapemeniyê de qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li Kampa Holê ragihand. Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hate gotin ku bi zêdebûna êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re çalakiyên terorîst ên şaneyên DAIŞ'ê jî zêde bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD, YPJ/YPG'ê dest bi şopandina şaneyên DAIŞ' kir ku desteka madî û manewî ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de digirin.

Qonaxa duyemîn a pêngavê ku hîna dewam dike, hefteyek li pey xwe hişt. D nav 7 rojan de,  hêzên ewlekariyê gelek belgeyên ku têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ'ê re piştrast dikin, dîtin. Her wiha cihên veşartî yên perwerdekirina zarokan li ser fikrê tundraw, tunel, alavên tûj, belge, pereyên DAIŞ`ê û cebilxane hatin dîtin.

-Operasyonên lêgerînê yên roja 25'ê Tebaxê saet di 05:00'ê berbangê de li beşa yekemîn ê taybet bi penaberên Iraqê dest pê kirin û belgeyên niştecihên wê hatin nûkirin.

-26'ê Tebaxê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li beşa yekemîn ê kampê 26 çete girtin û 4 xendek dîtin ku çeteyan xwe tê de vedişartin.

Wekî bîlançoya dawîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên ewlehiyê yên ku di roja duyemîn a pêngavê de girtine eşkere kir. Li gorî bîlançoyê, 27 çeteyên şaneyên DAIŞ'ê hatin girtin, 5 xendek hatin dîtin û 33 kon hatin rakirin ku şaneyan ji bo belavkirina fikrê tundraw di nav niştecihên kampê de bi kar dianîn.

-27'ê Tebaxê, şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li beşa yekemîn ê kampê agir berdan du konan. Di encamê de zoroka bi navê Zeyneb bi giranî birîndar bû. Hevya Sor a Kurd, zaroka birîndar rakir nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Di saetên nîvro de dema ku belge û sicilên niştecihên kampê dihatin nûkirin, malbatên DAIŞ'î êrişî du endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Yara Şêxmûs û Şînda Ehmed) kirin û ew birîndar kirin.

Her wiha malbatên çeteyên DAIŞ'ê êrişî penabereke iraqî ya 62 salî kir ku dema ku ji bo nûkirina belgeyan li dorê sekinî bû û di serê xwe de birîndar bû.

-Di 28´ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonên paqijkirina beşa duyemîn de, 6 çete girtin, xendeke û navendeke nepenî ya çeteyên DAIŞ´ê dîtin. DAIŞ´ê ew navend ji bo şûştina mejiyên zarokan û propagandayê fikrê tundraw bi kar dianîn, ew navend lê bi temamî hatin rûxandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokên ku li kampê êrişî hêzên wan kirine dûr xistin û gelek kortên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ´ê tê de cenazeyên penaberên di demên berê de dikuştin vedişartin, xetimandin. Her wiha gelek konên ji bo perwerdekirinê û dadgehkirina jinan bi kar dianîn, rakirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn belgeyên ku têkiliya dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ´ê re îsbat dikin, dîtin. Li konekî beşa duyemîn ê kampê cilên artêşa Tirk a dagirker hatin dîtin. Li kêlek wê jî odeyên bi keviran hatine lêkirin ku ew yek li kampê qedexe ye, hate dîtin ku çeteyan ji bo dayîna waneyan û belavkirina fikrê tundraw bi kar dianîn. Hêzên ewlehiyê ew xanî hilweşandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di bîlançoya roja 4´an de ragihand ku 7 gumanbar û 5 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtine. Her wiha 37 konên ku çeteyan ji bo belavkirina fikrê tundraw û wekî cihên perwerdeyê û dadgehên şerîtê yên îşkecenkirin û qetilkirinê bi kar dianîn, hatin rakirin.

-Di 29´ê Tebaxê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 kes girtin, yek ji wan jin bû. Wan kesan di dema operasyonên paqijkirinê li beşa sêyemîn de hewl da birevin. Belge û pereyên DAIŞ´ê, gelek telefon, laptop û xetên telefonê yên iraqî jî hatin dîtin. Li aliyekî din jî gelek kesên biguman ku girêdayî şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ne hatin girtin û gelek konên vala hatin rakirin.

Di roja 5´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan 23 gumanbar girtine, 23 kon rakirine, gelek xendekên ku şaneyên DAIŞ´ê ji bo xweveşartinê bi kar dianîn dîtine.

-Di 30´yê Tebaxê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya operasonên lêgerîn û paqijkirinê li konekî gelek alavên mîna telefon, cebilxaneya çeka M-16, kêr, satûr û birekên ku di bin erdê de veşartîbûn, desteser kirin. Şaneyan ji bo sûcên qetilkirin û îşkenceyê ew tişt bi kar dianîn. Di heman demê de jî xwediyê kon ku guman li ser hebûn, hat girtin.

Di roja 6´an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan 15 gumanbar girtine, 3 xendek, qutiyeke cebilxaneyê, 2 çanteyên leşkerî û gelek alavên îşkence û qetilkirinê dîtin û 3 kon rakirin.

-Di 31´ê Tebaxê de û piştî hefteyekê ji Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbasî beşa 7´an bûn û yekser dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirinê kirin. Di saetên sibehê de li beşa yekemîn ê kampê operasyoneke taybet hat lidarxistin, di encamê de 5 çete û 7 gumanbar hatin girtin. Dûvre hêzên pêngavê dest bi operasyonên paqijkirin û lêgerên li beşa 7´an a panaberên iraqî kir.

Rojane sicilên niştecihên kampê tên nûkirin, da ku hejmar û nasnameyên wan bên zanîn ku xebata birêxistinkirina wan li kampê di pêşerojê de hêsan bibe. Pêngav heta pêkanîna armancên wê berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku qonaxa yekemîn a pêngavê di 28´ê Adara 2021´an hatibû destpêkirin û di 2´yê Nîsana heman salê de bi dawî bûbû. Di encamê de 125 çete hatin girtin, ji wan 20 serçete bûn.

ANHA