Şaredariya Eyn Îsayê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk tîne

Şaredariya Gel a Eyn Îsayê xebatên xwe yên xizmetguzariyê û projeyên ku destpêka salê dest pê kiribûn, berdewam dike, tevî ku rojane dewleta Tirk a dagirker êrişî navçeyê dike.

Şaredariya Eyn Îsayê gelek projeyên xizmetguzariyê pêk tîne
27 tebax, 2022   10:16
EYN ÎSA

Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê dest bi qîrkirina rêya têketina rojhilatê Eyn Îsayê bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metre kir.

Li ser mijarê, pîşesazê Şaredariya Gel a Eyn Îsayê Hisên Hemade got ew hewl dide tevahî xebatên xwe yên di plana îsal de danîne pêş xwe, bi dawî bikin, ew jî ruxmî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê yên bi armanca wêrankirina binesaziyê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avahiyên xizmetguzariyê yên navçeyê dikin armanc, bi wê re gelek caran stasyona avê ya bajarokê Hîşe hate topbarankirin. Di encamê de depoyên parzûnkirinê zirar dîtin. Lê şaredarî yekser sererast dikin û ji nû ve dixin xizmetê.

Hemade di dawiyê de diyar kir ku ew hemû xizmetguzariyên guncaw û bingehîn li gorî derfetên heyî pêşkêş dikin û li gorî rewşa awarte ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6´ê Tîrmehê de ragihandiye, bersivê didin vê yekê.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Girê Spî gelek xebatên xizmetguzariyê pêk anîn; ji nû ve sererastkirina parka giştî, gihandina xeta kehrebeyê ya stasyona avê ya Zahîre bi dirêjahiya 24 kîlometre ku kehrebeyê dide navçe û gundewarên wê, her wiha sererastkirina rêya Xirbet Hedle-Nasîre bi dirêjahiya 4 hezar û 500 metre.

(fr)

ANHA