Penaberên di deryaya Egeyê asê mabûn hatin rizgarkirin

Duh nêzî 85 peanberên Kurd di deryaya Egeyê de asê mabûn, piştî banga lezgîn tê gotin hatine rizgarkirin.

Penaberên di deryaya Egeyê asê mabûn hatin rizgarkirin
27 tebax, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh keştiyek ku 85 penaberên Kurd tê de bûn, qasî 12 saetane di deryaya Ege yê de asê mabûn. Penaber li ser torên civakî banga alîkariyê ya lezgîn kiribûn.

Piraniya penaberan xelkê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, destûr nedihat dayîn ku bikevin nava sînorê Yewnanistanê.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, penaberên Kurd ku asê mabûn, hemû hatine rizgarkirin. Tê gotin duh êvarî penaber ji aliyê hêzên deryayî yên Yewnanistanê ve hatine rizgarkirin. Hêjî nediyare bê ka wê penaberên werin dersînorkirin ji bo Tirkiyeyê yan na.

Wezîrê Parastinê yên Yunanê Takis Theodorikakos jî ragihand ku di meha Tebaxê de zêdetir ji 25 hezar koçberan bi şêwazên neyasayî hewla derbasbûna sînorên Yunanîstanê dane û berpirsê vê yekê Tirkiyê ye. Takis got  ku hejmareke zêde ya xelkê Sûriyeyê hewla derbasbûnê didin, ji ber ku Tirkiye zextê li wan dike ku vegerin welatê xwe.