Li Misirê civîneke pêncalî tê lidarxistin

Ji bo nîqaşkirina dosyayên herêmî û astengiyên navneteweyî û herêmî, îro serokên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê li bajarê Elemên ê bakurê Misirê dicivin.

Li Misirê civîneke pêncalî tê lidarxistin
22 tebax, 2022   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El Erebiyê li gorî çavkaniyên ji Misirê ragihand ku îro dê serokên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê li bajarê Elemên ê bakurê Misirê bicivin.

Çavkaniyan daxuyand ku civîn li ser vexwendina serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî di çarçoveya koordîne û şêwirên domdar ên di navbera van welatan de tê lidarxistin. Armanc ew e ku ev civîn bikeve xizmeta karên hevbeş ên welatên Ereban û pêşxistina têkiliyên wan da ku li hember astengiyên herêmî û navneteweyî yên heyî were sekinandin.

Tê payîn ku di vê civînê de dosyayên Fîlistînê û projeyên aborî yên hevbeş werin gotûbêjkirin.

Duh jî serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî li balafirgeha Elemên serokê dewleta Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid pêşwazî kiribû û dosyayên herêmî pê re nîqaş kiribûn.

(eh)