Vaye dîmenê helîkpotera Skorsky a li Girê Amediyê hatiye xistin

Gerîla TV dîmenê helîkoptera Skorsky weşand ku ji aliyê gerîla ve 19'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û îmha bû.

Vaye dîmenê helîkpotera Skorsky a li Girê Amediyê hatiye xistin
22 tebax, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser miajrê ev agahî dabû:

"19'ê Tebaxê saet di 21:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, liv û tevgera helîkopteran hebû. Helîkoptereke bi tîpa Skorsky ku dixwest dagirkeran li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Gelhat deyne, bû hedefa tîmên me yên bi tevger. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve derbên giran li helîkopterê dan. Helîkoptera Skorsky ku nekarî dagirkeran deyne qadê, berê xwe da sînorê Bakurê Kurdistanê û li nêzî qereqola Girê ya li navçeya Çelê kete xwarê. Bi saetan şewitî û bi temamî îmha bû."