Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şerayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Şewarixa û keleha Şewarixa yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran dikin.

 Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şerayê topbaran dike
22 tebax, 2022   06:09
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz û Şewarixa û keleha Şewarixa yên girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi çekên giran topbaran dikin.

Heta niha nêzî 40 obîs li herêmê ketine û topbaran berdewam e.

(cx)

ANHA